RIHA - Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 104 kesên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binçav kirine, 99 kes hatin girtin û 5 kes jî hê di bin çavan de ne.
Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, têkildarî kesên ku tê angaştkirin "endamê rêxistinê" ne û di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatine binçavkirin daxuyaniyeke nivîska weşand. Serdozgeriyê diyar kir ku heta niha di êrîşan de 104 kes hatine binçavkirin û di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Şaxa Têkoşîna bi Terorê ve hatiye kirin de 99 kes piştî ku sewqî dadgeriyên cezaya silhê hatine kirin, hatine girtin û 5 kes jî hê di bin çavan de ne.