AGIRÎ - Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Nûrûllah Uzgun û endamê partiyê yê bi navê Îlyas ku paşnavê wî nayê zanîn ku ji Wanê diçûn Agiriyê agahî nayê girtin.
Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Nûrûllah Uzgun û endamê partiyê yê bi navê Îlyas ku paşnavê wî nayê zanîn, duh bi otobusa nav bajaran ji Wanê çûn Agiriyê. Lê heval û malbatên wan agahî ji wan nagirin. Hat hînbûn ku Îlyas li nuqteya polisan a navçeya Erdîşê ya Wanê û Nûrûllah jî li nuqteya polisan a li navçeya Xamûrê ya Agiriyê ji otobusa li siwar bûne hatine peyakirin. Li gel hin hewldanan jî nayê zanîn ku Îlyas û Nûrûllah birine kuderê.