STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Raziye Turgut, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzer Newroz Uysal û Rêzan Sarica piştî 8 salan di 2’yê gulanê, 22’yê gulanê, 12’ê hezîranê û 18’ê hezîranê û 7’ê tebaxê de li gel miwekîlê xwe Ocalan hevdîtin pêk anîbûn.
Ji 7’ê tebaxê heta niha dozgeriyê bersivek neyînî anjî erênî nedaye parêzeran.