ÊLIH – Walîtiya Êlihê ragihand ku ji bo dema 15 rojan her cûre çalakî û şahî yên li bajêr dê pêk werin girêdaye destûrê. Walîtiyê her cûre çalakiyên li derdora Girtîgeha Êlihê jî qedexe kir.
Walîtiya Êlihê ragihand ku her cûre çalakî û şahiyên li derve û li hundiran pêk werin ji bo dema 15 rojên jî girêdaye destûrê. Çalakî û şahî ji îro şûn ve heta 15 rojan li ser destûra walîtiyê dê dikaribin bên lidarxistin.
Walîtiyê her cûre çalakî û daxuyaniyên li derdora Girtîgeha Tîpa M a Êlihê jî qedexe kir.