ENQERE – Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi boneya balê bikişînin ser rewşa Girtiyê Nexweş Cesîm Kahraman ê li Girtîgeha tîpa F a Boluyê daxuyanî dan. Înîsiyatifê diyar kir bi kelepçeyan û maşineyên sewqê yên yek kesî mafê girtiyan ên dermankirinê asteng dikin."
Înîsiyatifa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 274’an de li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê kom bûn û ji girtiyên nexweş re azadî xwestin. Înîsiyatifê vê hefteyê bal kişand ser rewşa Cesim Kahraman ê li Girtîgeha tîpa F a Boluyê û xwestin mafê tedawiyê neyê astengkirin. Endama Lijneya Rêveber a Navendîya ÎHD'ê Nuray Çevirmen daxuyanî xwend û bal kişand ser girtiyê nexweşa kezebê Cesîm Kahraman. Çevîrmen, diyar kir ku Karaman neyê dermankirin rîska bi pençeşêra kezebê bikeve heye û wiha got: "Cesim Kahraman 29 salin girtî ye. Ji ber demek dirêj e di şertên girtigehê de dijî nexweşiyên cuda yên kronik lê pêş ketin. Li gorî agahiyên 2017'an di raporên cuda yên ji nexweşxaneyên cuda girtine de nexweşiya Hepatit B, astima kronik, nexweşiya roviyan a kronik, mahde û gelek nexweyiyen din pêre çêbûne. Dîsa çavê wî nabîne, destê wî diricivin. Dîsa li hemberî deng pir hasas bûye."
BI DIFIN Û QIRIKA WÎ XWÎN TÊ
Çevirmen, da zanîn ku Kahraman heri dawî di 18'ê Mijdara 2019’an de name şand û di nameya xwe de wiha gotiye: “Nexweşiya Kronik Hepatit B bi min re heye. Astima kronik, nexwexiya mahde û roviyan didome. Di demên dawî de xwîn ji qirikamin û difinê min tên. Ji bo nexweşiya in ez sewqî nexweşxaneya dewletê ya qirik, difin û dev kirim. Di muayineyê de diyar kirin ku di qanalên bêhnê û qirika min de birîn çêbûne. Min dest bi tedawiya derman kiriye. Niha xwîn sekiniye."
Çevirmen, anî ziman ku îhtimala pençeşêra kezebê heye û wiha got: "Di kişandina fîlmê kezebê de nokteyek xuya dibe û de 2 mehan carekê film bikişîne ka ev noqte mezin dibe ya na. Ger ku ew nokte mezin bibe dê biyopsiya kezebe bikin. Gumana ku nexweşiya pençeşera kezebê pere hebe zêde ye."