Şeva 'jinên kurd û helbestan' hat lidarxistin

  • rojane
  • 21:31 5 Kanûn 2019
  • |
img
AMED – Şahiya "Jinên kurd û şeva helbestan" hat lidarxistin. Di şahiyê de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bal kişand ser pişaftina li ser zimanê kurdî û got: “Jinên kurd, di her qadê de çawa ku stuyê xwe li ber pergala desthilatdar netewandiye, di vê mijarê de jî natewîne û li ber xwe dide.”
 
PEN'a Kurd, Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamya, bi navê "Jinên kurd û şeva helbestan" li avahiya MED-DER'ê şahiyek li dar xistin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, endamên Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamya û gelek kes beşdar bûn. PEN'a Kurd, Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamya beriya bernameyê ji bo balê bikşînin ser binpêkirina mafên jinê, bi rêya postê kart û pirtûk ji girtiyên jîn re şandin. 
 
‘EM LI KU DERÊ BIN JÎ EM Ê LI BER XWE BIDIN’
 
Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, bal kişand pişaftina li ser zimanê kurdî û got: “Jinên kurd di her qadê de çawa stuyê xwe li ber pergala desthilatdar netewandiye, eynî di vê mijarê de jî natewîne. Çi qas pişaftineke giran li ser zimanê me meşandibin jî em îro dibînin ku jinên me çi di girtîgehan de, çi li derve, çi li malê dîsa jî li ber xwe didin û dibên li ku dibe bila bibe em ê çanda xwe biparêzin. Em minetdarê van jin û dayikên xwe ne.”
 
Guven, da zanîn ku tiştên ku bi serê gelê kurd hatî bi gotin û nivîsandinê naqedin û got: “Tiştên dijwar hatin serê me. Lê em ê vana çawa bigihînin zarokên xwe? Em ê bi xêra hevalên xwe yên ku pirtûkan dinîvîsin, bi helbestan bi stranan bigihînin. Zimanekî ku qedexe be gelo mirov dê çawa bi wî zimanî li ber xwe bide? Zimanê kurdî bi pêşangiya jinan, xwe gihand roja îro."
 
Guven, diyar kir ku ji îro pêve jî tenê jinek jî bimîne wê nehêlin zimanê kurdî winda bibe û got: “Em ê heta dawiyê di vê merheleyê de li ber xwe bidin û têbikoşin.”
 
‘ZAROKÊN KURDAN MÎNA ROBOSKÎ HATIN QETILKIRIN’
 
Guven, bibîr xist ku ji bo têdikoşin rastî êrîşan tên û got: “Carna di girtîgehan de, carna di qadan, qirqirina siyasî, qirkirina zarokan de ser me de tên. Herî dawî li Til Rifatê zarokên kurda mîna Roboskiyê hatin qetilkirin. Em dubare dikin ku hûn nikarin bi kuştinê kurdan biqedînin. Destdirêjiyê li ser axa kurda nekin. Ev zilma we bes e. Qerîna dayikan, mirov fedî dike. Em ne birayên kesî ne, em bi xwe îtîfaqa xwe çê bikin li ser piyan bisekinin em ji tevahî cîhanê re bêjin êdî bes e. Bes e êdî hûn zarokên me perçe dikin. Tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan dimeşînin, êdî bes e ji we re. Em ê li hemberî vê yekitiya neteweyî ava bikin." 
 
Guven, destnîşan kir ku di rojên pêş de ji bo yekitiya jinên kurd wê civînekê li dar bixin û got, ji vê merheleyê re wê bêjin êdî bes e. 
 
Herî dawî Guven got: “Em ê bi xwe çarenûsa xwe binîvîsin û stuyê xwe li ber wan natewînin. Ji ber wê yekê li ku dibe bila bibe em ê li zimanê xwe xwedî derkevin, em ê rêxistinkirina xwe xurtir bikin.”
 
‘ZIMAN BI SAYA JINAN HETA ROJA ME HATIYE’
 
Pişt re Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, axivî. Aydenîz, destnîşan kir ku ziman bi saya dayik û jinan hatiye heta roja me û wiha axivî: “Dîrok bi rêxistinê, bi têkoşînê û bi pêşengtiya jinê pêk tê. Heta vê gavê zimanê me neheliyabe bi sekna dayika û jina hatiye vê merhelê.” 
 
Aydenîz, bal kişand êrîşên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û got: “Çi qas êrîş bikin jî nikarin armanca xwe pêk bînin, ji ber ku jin pêşeng in.”
 
‘DIVÊ EM LI ZIMAN Û WÊJEYÊ XWEDÎ DERKEVIN’
 
Nivîskar û Rojnamevan Roza Metîna jî diyar kir ku bi bernameyê xwestin balê bikşînin ser binpêkirina mafên jinê yên di qada ziman û wêjeyê de û got: “Loma me got, em şeveke helbestê li dar bixin. Em balê bikşînin ser parastina nirxên civakî yên kurd. Hîmê nirxan ziman û wêjeye ziman û wêje tunebe ew civak ber bi tunebûnê ve diçe. Divê em li ziman û wêjeyê xwedî derkevin.”
 
Piştî axaftinan bername bi xwendina helbestan bi dawî bû.
 

Sernavên din

15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin