Kawa Nemir: Kurdî, xwedanê derfetên ji bo gelek formên hê kifşnebûyî ye

img

ENQERE – Kawa Nemir ku operaya "Tosca" ya bestekarê îtalî Gîacomo Pûccînî, wergerand kurdî, diyar kir ku kurdî, ne ku bi tenê opera, lê xwedanê derfetên ji bo gelek formên hê kifşnebûyî ye. Her wiha Nemir, got: "Toscaya Pûccînî, berhema diyarê Îtalyayê, û kilama navdar a welatê Kurdistanê, Saliho û Nûrê, ji layê babeta xwe ve pir dişibine yek û din."

Helbestvan û wergêr Kawa Nemir ku piştî "Hamleta" Wîllîam Shakespare, vê carê jî operasya "Tosca" ya bestekearê îtalî Gîacomo Pûccînî wergerand kurdî û li şanoyê anî. Celîl Toksoz ku wergerê li şanoyê anî jî derhênerê lîstikê ye. Tosca, ji hêla Theater Rast ve hat pêşkeşkirin û di 25'ê Mijdarê de jî li Şanoya Bajêr a Amsterdamê jî promiyera wê hat kirin. 
 
Kawa Nemir, pirsên me yên derbarê wergerê û lîstika şanoyê  de bersivandin. 
 
Beriya vê wergerê, te şanonameya Shakespeare, Hamlet, wergerandibû kurdî. Gelekî hatibû ecibandin. Piştî çend salan, tu li ser wergereke nû xebitîyî. We çawa biryar da?
 
Bê guman min û, bi derhênerê xwe û ekter û ektrîsên xwe ve, tîma şanoyê ya berfireh a ku ev bi salan e em bi hev re dixebitin, me hemûyan hindek xeyalên xweş î mezin hene. Xeyalên bi çi rengî? Weku wergerandin û  adeptekirin û anîna şanoname û operayên klasîk ên cîhanê ser sehneyê bi kurdî. Bi boneya wan berhemhênanên mezin ez bibêjim, ên heta roja îro me bi hev re kirî û min beşeke zore ji barê wan kişandî, Hamlet (ya ku mîladek e bo şanoya zimanê Kurdî) û Xewna Şeveke Havînê yên Wîllîam Shakespeare, Mem û Zîna Ehmedê Xanî û vê axiriyê jî Toscaya Gîacomo Pûccînî, ev hemû hindek ji wan xeyalên min bûn di warê şanoyê de, her wisa jî xeyalên hevalên min ên ehlê şanoyê. Sermesele, Hamlet xeyala devîdevî sî salan bû ji bo derhêner Celîl Toksoz, her wisa ji bo min jî. Biryara wergerandin, adeptekirin û berhemhênana Toscaya Pûccînî jî her bi wî rengî qewimî. Ji mêj ve bû hizra me ew bû em operayekê yan jî berhemhênaneke hevterîbî wê çêkin û wisa jî qewimî. Ez dikarim bibêjim, ew xeyalên me yên min behs ji wan kirî, di nava wext re, pirî caran di henga xebatekê, gotûbêjekê, çalakiyekê yan jî kêlîyekê de li derekê serî di hev derdikevin yan jî rastî hev tên, gavên ku bi wan hevalan ve em bi hev dişêwirin wekî çi ka niha em ê çi bikin, çi çêkin û bi tiştekî çawa rabin.      
 
Wergerê çi qas wext girt?
 
Piştî vê ezmûn û tecrubeya min a devîdevî sî salan di warê karê wergerê de, wergerandina metnekê, çi klasîk e mişt ji zehmetiyan, çi jî modern e belkî piçekî hêsantir ji yên klasîk, bi şêweyekî rast û durist, ji bo min êdî ne hinde zehmet e, lêbelê para zehmet di vê yekê de ew xebat e ku di pey wergera metnê re tê kirin, her wekî danîn û edilandina wê metna wergerandî di nava çarçoveya adeptesyonê ya diyarkirî ya kesê/a derhêner de, rikibandina metna wergerandî li gel wî şêweyê ku bihê ser sehneyê, û her wiha, vesazkirina riste û diyalog û lîbrettoyên wê metnê yek bi yek ji bo ekter û ektrîsên me yên ku, mixabin, gelek ji wan hê jî bi xweşikî bi kurdî nizanin, ku ez qewî heyretzede û matmayî me li ber. Kurt û bi kurmancî, min metna Toscayê ji îngilîzî û bi şêweyekî berawirdî li gel metna wê ya resen a bi îtalî, di nava du hefteyan de wergerande kurmancî. Lê ez bi qasî mehekê li ser adeptesyona wê xebitîm, paşê, heta roja premîyerê jî hin karên biçûk ên revîzekirinê berdewam bûn.     
 
Wergera Toscayê ji bo te çi wateya xwe heye? Hesteke çawa bû? Te çi tengasî kişandin?
 
 Lîbrettoyên berhemeke wek Toscayê êdî tevî milkê zêrîn ê kurdiya me bûn û yên ku dil bikin di dahatûyê de berhemhênaneke berfirehtir û bilindtir û ‘bêtir opera’ bi awaz û durist bikin, fermo, metna wê ya resen bi kurdî êdî di keşkola me de ye.
 
Wekî ez hest pê dikim êdî dora wê ye bibêjim, di nezera min de piranîya van adeptesyonên şanoyî yên ku heta niha çêbûne, ji layê timtêl û çarçoveyên xwe yên danayî û performansên ekter û ektrîsên kurd ve, bi tewawî ne bi dilê min in, lê wisa be jî, ez her yekê wan mîna gav û pêngaveke fireh ranayî dibînim, berev berhemhênanên ‘ezametir, berev şanoyeke gewretir û saztir û kamiltir ve. Çi ku berhemên bi vî şêweyî bi zimanê me û di şanoya me de berî niha bi têra xwe nehatine ceribandin û her yekê wan jî duh ast û zerengîya me ya di van waran de nîşanî me da û îro ro jî ew berhem hemû dibêjine me, bi vî kereseyê xwe yê mirovî ve, bi vê asta xwe ya zanyariyî ve û bi van derfet û delîvên xwe yên hunerî yên heyî ve, bes bi vî qasî ji we diqede, lê bivê nevê pêwîst e hûn bêtir û bêtir bixebitin da ku rê li ber xwe xweş bikin ber bi şanoya xwe ya neteweyî ya kurdan ve. Werger û adeptesyona Toscayê ji bo min wateyeke xwe ya bi vî awayî heye û, li nik vê yekê, rastiyeke qewî ye ku ji bo min ciyê şanaziyê ye wekî di vê qonaxa dîroka kurdan de hindek ji van xebatên gewre bi para min dikevin, tevî xêr û gunehên wan ve, yên ku di paşwextiyê de dê ‘eyan û beyan bibin, ez berpirs im ji başbûn û nebaşbûna wan. Sererayî van têbîniyan hemûyan, lîbrettoyên berhemeke wek Toscayê êdî tevî milkê zêrîn ê kurdiya me bûn û yên ku dil bikin di dahatûyê de berhemhênaneke berfirehtir û bilindtir û ‘bêtir opera’ bi awaz û durist bikin, fermo, metna wê ya resen bi kurdî êdî di keşkola me de ye.
Lê ku tu pirs dikî bê ka min çi tengasî kişandin, heq e ez eşkere bibêjim, min temenê xwe gorî van kar û berheman kiriye û hê jî li darê dinyayê ne çar dîwarên min hene, ne banekî min heye, ne jî bihustek erdê ku ji min re bibe meqber… ne li Kurdistanê, ne jî li Amsterdamê. Di gel vê hindê, ez şad im ku qesra di dilê xwe de pê de pê de ava dikim û qewî bextewar im wekî ez ji tora ‘mutehîtên qemer’ ên Kurdistanê filitîm û bi her awayî dûr im ji wan.
A ez dibêjim û dupat dikim ev e ku her kes tê de xwe nas dike: Civakeke bê par û mehrûm ji hesta heqdayinê û qedirzaniyê, civakeke lewitî bi heriya kedxuriyê, çu caran nabe netewe û nabe xwedana dewleta ku xewna durist û pak a Ehmedê Xaniyê gewre ye.   
 
Gelo mijara Toscayê dişibe jiyana li vê axê? Di navbera polîtîkayên wê demê û vê demê de hevdirûvî û hevterîbiyên çawa hene?
 
Berhemên klasîk di her warî de ji layê babet û mijarên xwe ve, kêm zêde, li cîhanê gişî taybetiyên xwe yên hevdirûv û hevterîb hene. Bi raya min, ji metna pêşîn e edebî ya birêkûpêk e nivîskî ya dîroka mirovayiyê û vir ve, ango ji Gilgamêşê û vir ve, hejmara babetên edebî û hunerî welê ne birek in, ne bi sedan in, ber‘eks, mehdût in bi hejmara xwe ve, her wekî, evîn û nevîn, ronahî û tarî, dilsozî û bêbextî, pakî û nepakî û şoriş û dijşoriş… ên ku taybetiyên mirovbûnê ne û hunermend û şaîr û nûser û ehlên mosîqayê hemû wan babet û mijarên navhatî bi rê û şêweyên curecure û ciyawaz vedigêrrin. Bi vê nezerê ve, Toscaya Pûccînî, berhema diyarê Îtalyayê, û kilama navdar a welatê Kurdistanê, Saliho û Nûrê, ji layê babeta xwe ve pir dişibine yek û din. Demên ku me amadekariyên xwe bo Toscayê dikirin, Saliho û Nûrê her lehze li ber guhên min û di bîra min de bû. Kesên ku bixwazin van her du berhemên du welatên gelekî dûrî hev berawirdî hev bikin, ew dikarin berê xwe bidine van her du guhertoyan:
 
Saliho û Nûrê: https://www.youtube.com/watch?v=e39MMy05kvY     
Tosca: https://www.youtube.com/watch?v=7Snu-fFApzY    
 
Lê, helbet, ev hevdirûvî ne bi şêweyekî sed ji sedî ye, çênabe wisa be jî. Mazmazk û marîpişta her du çîrokên tracîk, bi tenê heta ser astekê, yekqumaş e, ev yek jî bo me best û sirûşeke afirîner e di biwara têgihiştinê û berhemhênaneveyê de. Bi xêra vê yekê, em dişên her du civakan, her du welatan, her du serdemên çîrok tê de qewimî, ji polîtîkayên wan bigire heta bi ruhîyet û texeyyulên wan, baştir di wan bigihîjin. Yan na, ji bilî vê hevsengiyê, çîroka ku di sedsala 20'an de li Kurdistanê qewimiye û çîroka ku di sedsala 19'an de li Îtalyayê qewimiye, xweserî şert û mercên dîrokî yên welatê xwe ne. Ji layê kamiliya her du berheman ve jî, ku em wan berawirdî hev dikin, Pûccînî çîrokeke xurt û diltezîn wergirtiye û di daxilê formeke gelekî resen de berhemeke berfireh afirandiye, bi navê xwe Tosca. Lê Saliho û Nûrêya me kurdan di dil û naverasta tevnepîrka dêrîn a dengbêjî û kilambêjiya kurdiyê de asê maye. Ev ders û moçikeke giring e ku gotî em ji Toscaya bi kurdî veçinin û hilçinin. Çima ku forma dengbêjiyê û kilambêjiyê, bi îmkan û delîvên xwe yên di xwe veşartî ve, ‘ezametir û dêrîntir e ji forma operayê. Mesele ew e ku bila neyê jibîrkirin em di rêya berhemhênana klasîkên cîhanê re, bi ber‘eksî, bi vê zanyariya hêja dihesin û rêyeke terûteze datînine ber xwe di hunera zimanê xwe de.       
 
Gelo em dikarim bibêjin Toscaya we ya bi kurdî bi şêweyê operayê ve bi Kurdî lîstika pêşîn e? Di dîroka kurdan de wekî din mînakên wê hene?
 
Tevî ku kêfa min hîç ji vê meseleya ‘pêşînbûn’ê û niza’m ‘yekembûn’ê re nayê, ez bi ken û bi fen dibêjim, belê, bi miqîmî diyar e ku ev teşebbusa me ya bi navê Tosca ya bi kurdiya kurmancî ceribandina rêveker û rêxweşker a pêşîn e di dîroka hunerên sehneyê yên kurdan de, ango Toscaya yekem e. Lêbelê, wekî opera yan jî, heke we bivê, bibêjinê, muzîkal, di sala 2015’an de Orkestraya Heskîfê Keybanû Emedîsa û Şahmîran anîbû ser sehneyê, ku tê de rola Mizgîn Tahirê diyar e, ya ku hûn dikarin li ser vê girêdanê bibînin: https://www.youtube.com/watch?v=izwTUdslzY0  
 
Helbet, ev Toscaya ku me anî ser sehneyê ne bi şêweyê operaya klasîk a operayê ye ku di dawiya sedsala 16'an de li Îtalyayê peyda bûye û beşeke giring a mosîqaya klasîk a cîhana Rojava dinimîne. Li dû şeş carên ku meha borî û vê mehê Tosca li Hollendê hate pêşkêşkirin, pispor û rexnegirên operayê yên biyanî helsengandin ku ev Tosca di nava forma operayê bi xwe de şiroveya xweserî kurdan bi xwe ye, lewma jî, her çend, wekî wergêr û lîbrettonûsê wê, yê min ya dilê min tam nehatibe milê min jî, Toscaya me bi wan pispor û rexnegiran serincrakêş û enteresan bû. Ev jî handaneke baş e ku dê bihêle di vê rêkê de em awirên xwe bikutine asoyên geştir, armancên bilindtir.         
 
Di navbera operayê û dengbêjiyê de peywendîyeke, hevdirûviyeke çawa heye? Di wergerê de çanda dengbêjiyê çawa alîkarî bi te re kir? Zimanê kurdî çi qasî li operayê tê?
 
Her du form in ku bi mîkanîzmayên xwe yên navxweyî ve rê didine me wekî em wan berawirdî hev bikin. Îmkan û delîvên xwe yên mosîqayî, her du form jî bi tevkarîya ‘ezamet a mosîqayê çîrokan vedigêrrin û ev çîrok hemû jî yekpare ne, ji layê edebî ve bê kil û kêmasî ne.
 
Çawa berî niha min gotî, lê ne bi hûrgilî, opera û dengbêjî du form in ku bi mîkanîzmayên xwe yên navxweyî ve rê didine me wekî em wan berawirdî hev bikin. Îmkan û delîvên xwe yên mosîqayî, bê guman ez wê babetê ji mosîqajen û awazdaneran re dihêlim, ew ne pisporîya min e, belam her du form jî bi tevkarîya ‘ezamet a mosîqayê çîrokan vedigêrrin û ev çîrok hemû jî yekpare ne, ji layê edebî ve bê kil û kêmasî ne, asta wan a fîktîv bilind û xurt e ku di nava dem û dewranan re mîna aveke zinav nizilîne, darêvî serdema me bûne. Bes cîyawazîya her du forman ew e ku operayê qonax bi qonax derfetên xwe yên amûrî, mosîqayî û şanoyî fireh kirine di nava 400 salan re, dengbêjî tûşî desttêwerdaneke rêkxistî û birêkûpêk a amûrî û şanoyî nehatiye. Hûn berê xwe bidinê, ji bo nimûne, em vê taybetiyê, li ser asteke kêm be jî, bi Şakiroyê nemir re dibînin; di tomarine cenabê wî yê gewre de em dibînin di nava kilamê re carinan bi dengê xwe û rîfleksên xwe ve bi civat û caxîyê re înteraktîvîteyekê pêk tîne. Her wiha, Miradê Kinê yê bêhevta… te dî gava ku ew kevana xwe li ribaba xwe dixe û dibêje me, “req req” û pêlewanekî kilamê di çîrokê de di dêrî re dikeve hundir. Ji bo çi ez van nimûneyên sakar tînim? Ji ber ku çêdibe em van derfetên xef ên dengbêjiyê heta bi kokê bi kar bînin û fireh bikin û wan veguherînine tiştine dîtir.
 
Vêca, ev teşebbusa me, ku ji bo niha em dibêjinê, operaya gelêrî, li ser binçineya wan derfetên xef î navborî yên dengbêjiya me hate sazkirin û biawazkirin. Awazdanerê me yê hêja, mamoste Ardaşes Agoşyan, di awazdanîna xwe de gelekî lê xebitî ku bi rêya bêtirî hezar pîvanên mosîqayê heta tu bibêjî bes sûdê werbigire ji pergala mosîqayî ya kurdan, Kurdistanê, Hayastanê, Mezopotamyayê û Anatolyayê. Bi gotineke mayîn, di vir de bi tenê çirûskên awazdanîna cenabê Pûccînî hene, ku Gulseven Medar, Hediye Kalkan, Dodan, Ali Tekbaş, Mesûd Gever û Serdar Canan li ser sehneyê ruh û rewaneke hem Kurdewar hem jî cîhanî didinê. Lêbelê, pê re jî, wekî tercîha derhênerê me Celîl Toksoz, vegêrrê me yê dengbêj heye ku di wî dilqî de şanogerê hêja Ozcan Ateş dilîze.
 
Ku ez bême ser beşa din a pirsê, ya ku zêde giring e, ev ‘emrek e di xebatên xwe yên nivîsînê û wergerandinê de ji her milî ve ez xwe dispêrime gencîneya me ya dengbêjiyê. Min lodek berhem wergerandine û birek karên şanoyê kirine, di wan hemûyan de ‘zimanekî rizgarkirî’ heye ku jêderk dengbêjiya me Kurdan bi xwe ye.               
 
Zimanê kurdî çi qasî li operayê tê?! Ez bi dilrihetî dibêjim ku zimanê kurdî, ne ku bi tenê opera, lê xwedanê derfetên ji bo gelek formên hê kifşnebûyî ye. Dîwaro, ji te re dibêjim, bûkê, tu fam bike!   
 
Armanca we ew bû ku hûn lîstika xwe li Amedê bilîzin. Çima we li Amedê nelîst? Kingê em ê bikaribin li Kurdistanê û li Tirkîyeyê li Toscayê temaşe bikin?
Çawa ku gotine, şênayiya gundan di ber rêyan re kifş e. Şert û merc li Kurdistanê û li Tirkîyeyê ji nişkê ve xerabtir bûn di nava van sê çar salên dawîn de. Hê ji sêrî de hatibû kifşkirin ku em premiyera cîhanê ya Toscayê li Amsterdamê li dar bixin, wisa jî çêbû, gelekî xweş jî çêbû, û ji bo premiyera Kurdistanê jî em bêne Ameda paytext. Lêbelê, îro ro, piştî meseleya qeyûman û êrîşên giran ên bi ser Rojavayê Kurdistanê de, mixabin me hol û sehneyek nîne Tosca li ser bête pêşkêşkirin. Bo niha em ê li bendê bimînin ku mercên li welêt baş bibin û eger hat û dest da, Tosca dê bi ekîba xwe ya fireh ve bi awayekî ‘ezamet biçe Kurdistanê û Tirkiyeyê. Lê heta wê çaxê, dibe ku li hin welatên Ewrûpayê, bo nimûne, li Almanyayê û li Brîtanyayê, tûr û meydanekê bike. Gava ku derfet çêbû û dîyar bû, xelkê me dê bikaribe bi rêya çapemeniyê agehdar bibe.    
 
Piştî Toscayê tu dixwazî çi wergerînî? Di pêşerojê de em dê rastî kîjan wergera Kawa Nemir werin?
 
 Gelek tişt hene min dane ber xwe û, nemaze ku mesele Shakespeare be, ji xwe min gelek şanonameyên wî wergerandine Kurdî, çi ku, wekî armanceke serekî û heyatî min ji mêj ve danîye ber xwe ku beriya mirina xwe ez bikaribim hemû berhemên William Shakespeare wergerînime kurdîya kurmancî. 
 
 
Gelek tişt hene min dane ber xwe û, nemaze ku mesele Shakespeare be, ji xwe min gelek şanonameyên wî wergerandine Kurdî, çi ku, wekî armanceke serekî û heyatî min ji mêj ve danîye ber xwe ku beriya mirina xwe ez bikaribim hemû berhemên William Shakespeare wergerînime kurdîya kurmancî. Bi vî hesabî, ez gelekî dixwazim sala bê Şah Leara Shakespeare bi produksiyoneke mezin bê ser sehneyê. Heke ew nebe, dibe ku Romeo û Juliet. Her wiha, min dest pê kiriye, ez şanonameya Kela Dimdimê dinivîsim ji bo Şanoya Bajêr a Amedê. Sala bê, Kela Dimdim ê bê ser sehneyê. Ew jî ji min re qûçeke nû ye.
Lê, axirî ez bi hemû kesan bidime zanîn ku van rojan li Kurdistanê Xewna Şeveke Havînê ya Shakespeare li ser sehneyê ye. Min bi xwe hê jî lê temaşe nekiribe jî, ez dibêjim divê bînerên Kurd Shakespeare û Şanoya Bajêr a Amedê tenê nehêlin.  
 
 
MA - Zemo Aggoz
 

Sernavên din

14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogullari di rûniştina taybet a Meclisê de diaxive | ZINDÎ
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in | HATE NÛKIRIN
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin