MÊRSÎN – Derbarê hunermend Şîlan de ku 15 sal berê strana gotiye bi hênceta hin kesên din stranê kirine klîp û di YouTube de parve kirine doz lê hat vekirin.
Hunermend Emîne Şîlan Yuksekkaya ku wê demê endama Koma Azad bû, 15 sal berê strana “Roja Min” gotibû û klîba wê kişandibû. Hin kesên din stranê kirine klîp û li ser YouTube parve kirine. Dozgeriya Komarê ya Mêrsînê ji ber vê parvkirina klîbê derbarê Şîlan de angaştnameya “Propaganda rêxistinê kiriye” amade kir û şand dadgehê. 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê jî angaştnameyê qebûl kir û bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” doz li hunermend Şîlan vekir. Danişîna ewil a dozê dê sibê li Dadgeha Mêrsînê bê dîtin.
SILAVKIRINA LEYLA GUVEN JÎ BÛ SÛC!
Dozgeriyê di angaştnameyê de axaftina hunermend Şîlan a di serdema Namzetiya HDP’ê ya Hevşaredariya Akdenîzê de kiribû jî wek sûc dît. Şîlan di axaftina xwe de gotibû “Ez we bi germahiya Leyla Guven ji dil û can silav dikim.”
Her wiha berteka hunermend Şîlan a li dijî serdegirtina avahiya HDP’a Amedê jî wek sûc di angaştnameyê de hat bicihkirin. Dozgeriyê di angaştnameyê de gotiye ku hunermend Şîlan bi vê klîbê “Xwedî li PKK’ê derketiye.”
MA / Hamdullah Kesen