NAVENDA NÛÇEYAN – Şaxên ÎHD’ê yên Edene, Mêrsîn û Hatayê têkildarî 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan raporên binpêkirinan eşkere kirin û di raporê de hat gotin 743 zarok bi dayikên xwe re 3 hezar zarok di hefsan de ne.
Li gelek bajaran têkildarî 20’ê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê daxuyanî dan û raporên derbarê binpêkirina mafên zarokan de eşkere kirin.
Li Amedê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, li Mêrsîn, Edene û Hatayê jî şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi minasebeta rojê civînên çapemeniyê li dar xistin û daxuyanî dan.
AMED
Cîgira Serokê Baroya Amedê Gazal Bayramn Koluman li Salona Civînê ya Tahîr Elçî daxuyanî da û got pêwîste Tirkiye dûreparêzên daniye ser Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî divê rake. Koluman da zanîn ku pakêta ewil a Refroma Darazê kêm e û di pakêtê de rê li ber zewaca biçûk û bi darê zorê tê vekirin û îstîsmara zayendî dê rewa bike. Koluman anî ziman ku gelek zarok di hefsan de ne û girtîgeh ji bo pêşketina zarokan ne guncav e. Koluman bang li îqtîdarê û partiyên siyasî hemû kir ku polîtîkayên mayînde yên ji bo zarokan hilberînin.
HATAY
Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê jî li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û Endama Komîsyona Zarokan a ÎHD’ê Bestamî Çorapçi daxuyanî xwend û bal kişand ser mafên zarokan û got şerê mezin li dar dixin mafê jiyanê yên zarokan tune dike.
MÊRSÎN
Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê jî li Parka Ozgur Çocuk daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û gelek kes beşdar bûn. Berdevka Komîsyonê Zeynep Kaya daxuyanî da û anî ziman ku şer bandorek mezin li ser mafên zarokan dike û mafên wan hemû tên binpêkirin. Kaya ji bo parastina mafên zarokan xwest dewlet berpirsiyariya xwe bîne cih.
EDENE
Komîsyona Mafê Zarokan a Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê jî li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û Rapora Binpêkirina Mafan a Zarokan eşkere kir. Gelek kes beşdarî civînê bûn. Berdevka Komîsyonê Bêrîvan Ender Aydemîr raporê eşekre kir.
3 HEZAR ZAROK DI HEFSAN DE NE
Aydemîr da zanîn ku di cîhanê de Tirkiye yek ji wan welatan e “cejna zarokan” lê tê pîrozkirin û tevî pesnê xwe bi vê yekê dide jî lê polîtîkayek rast a zarokan pêk neaniye. Aydemîr diyar kir ku jê 743 zarok bi dayikên xwe re bi giştî 3 hezar zarok di girtîgehan de ne û binpêkirina mafên zarokan ên li Edeneyê eşkere kir.