NAVENDA NÛÇEYAN - Kîno Gabriyel nûçeyên lihevkirina di navbera wan de û Rûsya û Tirkiyê yên derbarê navçeya Til Temirê û rêya navdewletî de derewandin. Garbriyel destnîşan kir ku TSK û komên girêdayî wê êrişên xwe li dijî gundewarê Til Temirê didomînin.
Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîyel daxuyaniyek li ser Malpera Fermî ya QSD‘ê weşand û nûçeyên têkildarî lihevkirina di navbera hêzên wan de û Rûsya û Tirkiyê yên girêdayî radestkirina navçeya Til Temirê û rêya giştî ji Polîsên Rûsyayê û Rejîma Sûriyê re derewand.
Daxuyanî wiha ye:
"Hinek dazgehên çapemeniyê duh (16-11-2019) nûçeyek bi navê lihevkirina di navbera Rûsya, Tirkiyê û Hêzên Sûriye Demokratîk de girêdayî bajarê Til Temirê, agirbestê li wê xetê û radestkirina rêya navdewletî ji polîsa leşkerî ya rûsî û hêzên hikumeta Sûriyê re belav kirin. Wek Hêzên Sûriye Demokratîk em diyar dikin ku ev nûçe ne rast e. Her wiha ji raya giştî re teqez dikin ku artêşa Tirk a dagirker û komên alîgirên wê hîna bi dijwarî êrişî gundên bajarê Til Temirê dikin û heta vê kêliyê agirbestê binpê dikin."