SAKARYA – Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu di doza derbarê wê de hatibû vekirin de axivî û got pêwîste dadgeh azadiya gotinê mîsoger bike.
Danişîna doza Seroka Giştî ya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglu ku bi îdiaya “Xelkê teşwîqî kîn û dijminahiyê kiriye” hatibû vekirin li Dadgeha Sapanca Sakaryayê hat dîtin. Çerkezoglu û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn û heyetên biyanî doz şopandin.
Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Çerkezoglu di danişînê de parastina xwe kir û got pêwîste dadgeh azadiya gotinê mîsoger bike.
Parêzean parastinên xwe yên berê dubare kir û xwest miwekîla wan bê beratkirin.
Dadgehê danişînê 9’ê adara 2020’an kir.