NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Çoşkûn û derhêner Kizil ku ji bo lêkolîna xebatên komîsyona ku mirina bi guman a Rabîa Naz Vatan dişopîne çûn Gîresûnê hatin binçavkirin.
Rojnameger Canan Çoşkûn û derhêner Kazim Kizil li Gîresûnê hatin binçavkirin. Çoşkûn û Kizil, di nav komîsyona ku ji bo lêkolînkirina mirina bi guman a Rabîa Naz Vatan hatiye avakirin de cih digirin. Rojnameger Bûrcû Karakaş, li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku rojnameger Canan Çoşkûn û derhêner Kazim Kizil hatine binçavkirin.
Tê payîn ku Çoşkûn û Kizil îro derkevin dozgeriyê.