WAN - Hat diyarkirin ku Hevşaredarên Rêya Armûşê Şehsade Kûrt û Azîm Yacan ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, li girtîgehê bi muameleyeke nebaş re rû bi rû mane.
Hevşaredarên Rêya Armûşê Şehsade Kûrt û Azîm Yacan ku di 8'ê Mijdarê de hatin binçavkirin û di 11'ê Mijdarê de jî hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi mumeleyeke nebaş re rû bi rû mane. Şehsade Kûrt, bi rêya parêzerê xwe ragihand ku gardiyanan heqaret lê kiriye. Her wiha Azîm Yacan jî xistine qawîşeke 5 kesî ya demoborî û wî neşandine qawîşa din.