WAN - Rêvebera HDP'a Wanê ya berê Nesîbe Akdag ku du meh berê hatibû girtin hat berdan.
Rêvebera Rêxistina HDP'a Wanê ya berê Nesîbe Akdag bi hênceta "Endamtiya rêxistinê" 2 meh berê hatibû girtin. Nesibe Akdag li Girtîgeha Tîpa T a Wanê dihat girtin di danişîna ewil a doza xwe ya li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat berdan.