AMED - Endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'î Halîme Akyol û Hêvîdar Bozkûş hatin girtin.
Endama Meclîsa Şaredariya Sûrê ya HDP'î Halîme Akyol, endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê Hêvîdar Bozkûş, Sîpan Tosûn û Mehmet Odungît duh danê sibehê hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin Bozkûş û Akyol hatin girtin û Tosûn û Odungît jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.