QAMIŞLO - Di teqînên ku li Bajarê Qamişloyê pêk hatin de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Qamişloyê 3 teqîn pek hatin. Di teqînan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Teqîn çawa pêk hat û ji aliyê kê ve pêk hat nehat zanîn. Kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn navê wan nehat zanîn.