Xwestiye ji bo tamîrê biçe Kobanê lê ji Pirsûsê venegeriya

  • rojane
  • 14:17 17 Tîrmeh 2019
  • |
img

RIHA – Osman Çîçek yek ji wan ciwanên ku alîkarî dê ji Kobanê re bibira û di êrîşa DAIŞ’ê de li Pirsûsê jiyana xwe ji dest daye. Çîçek wiha gotibû: “Min di lîsteyê de binivîsînin. Ez tamîrê dikim, belkî pêdivî bi min jî hebe.” 

 
Bi pêşengiya Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) komek ciwan ji bo alîkarî bibin ji zarokên Kobanê re di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li ber Navenda Çanda Amara ya Pirsûsê kom bûn. Ciwanan piştî daxuyanî da dê derbasî Kobanê bibûna. DAIŞ’ê li dijî ciwanan êrîşa bombeyî pêk anî û di komkujiyê de 33 ciwan jiyana xwe ji dest dan û 104 kes jî birîndar bûn. 
 
KÊLIKA GORA WÎ ŞIKANDINE 
 
Yek ji van ciwanên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Osman Çîçek bû. Malbata Çîçek ji navçeya Pirsûsê koçî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê kirine. Çîçek ji Kaniya Xezal diçe Pirsûsê cem ciwanên sosyalîst. Malbata Çîçek bi êşa roja ewil dijî. Dayika Çîçek, Îslîm Çîçek da zanîn ku kujeran dê qet efû neke û got: “Ez hêvîdarim tiştên bi serê me ve hatin dê bi serê wan de jî werin. Kêlika gora kurê min şikandine. Li dijî kesek hatiye kuştin dijminî tê kirin gelo? Jixwe we çi kiribe kiriye hêj hûn çi dixwazin?” 
 
DÊ JI ZAROKAN RE ALÎKARÎ BIBIRA 
 
Çîçek a dema behsa tiştên qewimîn dikir hêsir ji çavê wê dibirayan û wiha got: “Sibeha cejnê bû. Min ji keça xwe re got taştê amade bike dê Osman biçe kar. Min wî ji xewê rakir û pişt re ji malê derket. Min got tu diçî ku va taştê amade ye. Ji min re got ‘Ez ê taştê nexwim.’ Ez neketim pey wî. Çûm cem zarokê cîranên me. Wê alîkarî ji zarokên sêwî yên Kobanê re bibira. Haya min jê tune bû. Çûye cem mala xalê xwe û li wir taştê xwariye. Birayê min gotiye ‘Osman meçe.’ Lê guhdar nekiriye. Çûye serdana biraziyê min ê kaza kiriye. Her êvar diçû cem wî û pê re sohbet dikir. Em difikirîn ku ku piştî cejnê wî bizewicînin. Me dengê xwe jê re nedikir û me tiştek jê nedipirsî.” 
 
BI HEVALÊ XWE ZAROKATIYÊ RE ÇÛYE 
 
Çîçek da zanîn ku lawê wê bi hevalê xwe Kasim Deprem re jiyana xwe ji dest daye û wiha axivî: “Ew û Qasim bi hev re mezin bûn. Dema dayika Qasim jiyana xwe ji dest da, her tim li gel Osman dima. Li gel ku zanîngehê qezenc kir û çû jî ji Osman venediqetiya. Her duyan pirr ji hev hez dikir. Ji hev venediqetiyan.” 
 
'MIN JÎ LI LÎSTEYÊ BINIVÎSÎNIN’ 
 
Çîçek diyar kir ku lawê di serdema berxwedana Kobanê de jî tim diçû Pirsûsê û dihat û got: “Xortan ji bajarên din hatine pêlîstok anîne ji bo zarokên Kobanê. Osman ji wan re gotiye ‘Min jî di lîsteyê de binivîsînin. Em jî biçin. Em tamîrê dikin belkî pêdivî bi me hebe.’ Tenê ji bo alîkariyê û xweşiyê dixwest biçe. Tekane armanca wan ev bû.” 
 
‘QEY ME GOT DIÇE DIKANÊ’ 
 
Bavê Çîçek, Mehmet Çîçek jî destnîşan kir ku lawê wî kesek pir henûn û bêdeng bû û wiha got: “Karê tamîra tekqiyan dikir. Bi tu kesî re pirsgirêkên wî tune bûn. Li hewşa malê radiketibû û serê sibê rabû û çû. Qey me got wê biçe dikanê. Roja bûyerê min li malê li televîzyonê temaşe dikir. Min dît ku li Pirsûsê teqîn pêk hatiye. Dema min li nûçeya temaşe dikir, agahî dane cîranên me. Ew jî hatin ji me re gotin. Gotin ku Qasim û Osman di teqînê de şehît bûne. Em rabûn çûn Pirsûsê. Qelebalixiyek mezin hebû. Piştî teqînê cenazeyê wî dibin Dîlokê. Rojeş şûn ve jî me cenaze veşart.” 

Sernavên din

10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin