'Dinyayek bêîşkence mimkin e’

  • rojane
  • 14:57 26 Hezîran 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên mafên mirovan bi wesîleya Roja Piştevaniya yên Îşkenceyê Dibînin re daxuyanî dan û zêdebûna îşkenceyê ya li welat pêkanîna bêcezakirinê nîşan dan û gotin “Dinyayek bêîşkence mimkin e.”

Îro Roja Piştevaniya yên Îşkenceyê Dibînin re ye. Rêxistinên mafên mirovan bi wesîleya rojê li gellek bajaran daxuyaniyên çapemeniyê li dar xistin. 
 
AMED 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê, Înisiyatîfa MAF, Odeya Bijîşkan a Amedê û Baroya Amedê li ber Peykerê Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin û pankarta “Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye, ji îşkenceyê re na” vekirin. 
 
Endama TÎHV’ê Elîf Turan daxuyaniya hevpar a hatibû amadekirin xend. Turan got Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1997’an de peymana li dijî îşkenceyê û muameleya xerab a rûmet şikandinê 26’ê Hezîranê wek Roja Piştevaniya yên Îşkenceyê Dibînin re îlan kiriye. Turan da zanîn ku îşkence teqez qedexe ye û got: “Îşkence qedexe ye. Mafê tu kesî nîne dest bide mafên kes. Divê bi her awayî mafên mirovan bê parastin.” 
 
‘DINYAYEK BÊCEZA MIMKIN E’ 
 
Turan anî ziman ku di jiyana rojane de îşkence rûtîn bûye her kes tê îşkencekirin û got: “Di demên dawî de li gellek deveran îşkence li însanan tê kirin. Îşkenceya li Xalfetiyê mînaka dawî ye. Em wek parazvanên mafên mirovan dixwazin îşkence bi dawî bibe û em ê li dijî îşkenceyê têbikoşin. Dinyayek bêîşkence mimkin e.” 
 
EDENE 
 
Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê jî bi wesîleya rojê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Gellek parêzvanên mafên mirovn beşdarî civînê bûn û pankarta “Li dijî îşkenceyê bêdeng nemîne û nebe şirîkê vî sûcî” vekirin. Parêzer Zelal Demîray daxuyanî da û diyar kir ku îşkence tenê li ser kesek tê kirin û di şexsê kes û koman de civakê çavtirsandî dikin. Demîray da zanîn ku li derve û li girtîgehan îşkence pir zêde bûye û gellek binpêkirina mafan pêk tê û zêdebûna binpêkirina mafan û îşkenceyê ji ber pêkanînên bêcezakirinê yên li welat dide zêde dibin. Demîray anî ziman ku îşkence bûye polîtîkayek dewletê û divê demildest dawî li polîtîkaya îşkence û bêcezakirinê were. Demîray her kesî vexwend têkoşîna li dijî îşkenceyê. 
 
ENQERE
 
Li Enqereyê jî Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THİV), Baroya Enqereyê, Odeya Bijîşkan a Enqereyê, Sendîkaya Xizmeta Kedakrên Civakî û Tenduristiyê (SES) Û Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) bi rasthatina rojê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li ber ber avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê pêk hat û gellek kes beşdar bûn. Wekîlê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu jî beşdarî daxuyaniyê bû. Rêvebera Navenda ÎHD'ê Nuray Çevîrmen li ser navê saziyan metna daxuyaniya hevpar xwend û diyar kir ku tu hêcet û şert ji îşkenceyê nikare bê nîşandan û îşkenceya li navçeya Xalfetî ya Rihayê û li Emniyeta Enqereyê pêk hat bibîr xist. Çevîrmen da zanîn ku têkildarî van îşkenceyan tu lêkolîn nayê kirin û raya giştî nayê ronîkirin. 
 
Parlamenter Gergerlîoglu jî di daxuyaniyê de li ser rojê axivî û behsa îkence û binpêkirina mafên mirovan kir. 
 
RIHA
 
Baroya Rihayê jî têkildarî rojê li ber avahiya xwe bi beşdariya parêzeran daxuyaniya çapemeniyê da. Rêveberê Baroyê Mevlut Guneş daxuyanî da û da zanîn ku ew ê li dijî îşkenceyê têbikoşin û xwest îşkence bi dawî bibe. 
 
WAN 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê û Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê jî daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê. Serokê Şaxa ÎHD'ê Murat Melet anî ziman ku welat bi îşkenceyê re rû bi rû maye û her dever veguheriye qada îşkenceyê. Melet got îşkence tenê li însanan tê kirin di heman demê de li xwezayê û sewalan jî tê kirin. Melet destnîşan kir ku divê îşkencekar demildest bên darizandin û got: "Dixwazin Kurdîstanê  veguherînin îşkencexaneyê."
 

Sernavên din

16:23 Dadgehê di doza Dink de biryar da
16:00 Di doza dîng de navbera biryarê dan
15:35 Leyla Guven gora Zulkuf Gezen ziyaret kir: Sibeya me roni kir
15:23 Li Hewlerê êrîş li dijî karmendên Konsolosxaneya Tirkiyeyê pêk hat
15:06 Li Ege 146 koçber hatin binçavkirin
14:56 Turkdogan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûrek bingehîn a demokratîk heye
14:17 Xwestiye ji bo tamîrê biçe Kobanê lê ji Pirsûsê venegeriya
14:14 'Bi lêdanê em der sînor kirin’
14:12 HDP’ê ji bo zarokên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da
13:33 Di doza Ozgur Gundemê de ji bo 7 kesan ceza hat xwestin
13:32 Walîtiyê tabelaya navê Dr. Îlhan Dîken daxist
13:28 Mamosteya nehat tayînkirin dawî li jiyana xwe anî
12:48 Demîrtaş: Ez Kurd im û welatê min Kurdistan e
12:47 Di doza Ozgur Gundemê de Fîncanci, Onderoglû û Nesîn beraet kirin
12:46 Şoreş li Rojava 7 salî ye
11:54 Mînîbusa kerkeran li Çanakkale qeza kir: 2 jê giran 17 kes birîndar bûn
11:52 Firotina xaniyan pir kêm bûye
11:30 Bernameya Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê eşkere bû
10:39 Çavkanîya helbest û qesîdeyên Feqî: Ava Miksê
10:27 Derbarê rojnameger Demîr de lêpirsîn hat destpêkirin
10:08 Lêkolînerê Lubnanî: Tirkiye gihîştiye dawiya rê
10:07 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” dest pê dike
09:59 Hevserokê HDP'ê yê Kaxizmanê binçav kirin
09:57 ‘Pereyê li şer xerc dikin li perwerdehiyê xwerç bikin'
09:09 Polîs li Êlihê ciwanan dijfermî binçav dikin û sîxurtî li wan tê ferzkirin
09:09 Danişîna biryargirtinê ya doza rojanmevan Evren sibê ye
09:06 2 sal in li benda neqilkirina gurçikê ye
09:05 Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN
16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê
16:02 Demîrtaş: Divê Ocalan bi parêzer û heyetan re hevdîtin bike
15:42 Malbatan 44 roj şûnde cenazeyên zarokên xwe ji herêma operasyonê girtin
15:07 Onlu: Walîtiyê rê li pêş cezakirina bersûcan girt
14:29 Bêyî ku hincet nîşan bidin Qempa Havînê ya Jinan qedexe kirin
14:00 Buldan: Biryar, bawerî û gotina jinan heye ku cîhanê bi rêve bibin
13:52 Malbata Davût Acar ê HPG’î cenazeyê kurê xwe nas nekir
13:24 HDK: Ocalan nefes da civakê lê îktîdar tecrîdê didomîne
12:49 Demîrtaş: Gelo hûn ji bo berjewendiyê kîjan çemaweriyê min digirin
12:33 Ocalan: Ji bo kujer bên dîtin û komkujiyek din pêk neyê bila Meclîs lêkolînê bike
12:13 Danişîna doza Buyukada ji ber dozger hat guhertin taloq kirin
11:36 ‘Di Doza Parêzeran a KCK’ê de’ şahid Dundar beşdar nebû
11:31 Hunermend Orhan Aydin hat berdan
11:30 Rojnameger Kanbal: Ez bi biryara kesên 'ji jor ferman dan' hatim binçavkirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 ‘Ger deriyên Îmraliyê bên girtin, wê li welat kaos kûrtir bibe’
10:56 Axa ji gund diçe bajar ruh dide pîra 71 salî û pîrê ruh dide axê
10:06 Ji bo heqê gubre û mazotê bide, çêlek firot
09:46 Hunermend Orhan Aydin binçav kirin