AMED - Polisan bi ser mala Rêveberê DBP'ê yê Amedê Hayrî Etyemez de girt û ew binçav kirin.
Polisan li navçeya Rezan a Amedê bi ser mala Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Hayrî Etyemez de girt. Polisên ku deriyê mala Etyemez şikand û ketin hundir, dema lêgerînê de malê serobinî hev kirin. Polisan Etyemez li malê binçavkirin û birin Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polisan a Amedê.
Li aliyê din Rêveberê DBP'ê Cemal Alkan ku di 17'ê Hezîranê de hatibû binçavkirin jî derket dadgehê û hat girtin.