STENBOL – Hat zanîn ku Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr a Stenbolê Hakîm Ziya Bulent Oner duh bi şev spazma dil derbas kiriye.
Hat ragihandin ku duh bi şev Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr a Stenbolê Hakîm Ziya Bulent Oner spazma dil derbas kiriye. Oner rakirin nexweşxaneyê û hildan bin dermankirinê. Fatma Nîlgun Uçar bi wekîlî dê li şûna Oner li Desteya Hilbijartinê ya Stenbolê binêre.