Îlankirina ‘Sala Têkoşîna Bi Zarokên Karker Re’ jî tabloya tarî neguhert

  • rojane
  • 15:09 12 Hezîran 2019
  • |
img

AMED – Li Tirkiyeyê ji 2 milyonan zêdetir zarokên karker hene. Tevî ku li Tirkiyeyê “Sala Têkoşîna Bi Zarokên Karker Re” hat îlankirin jî lê di sala 2018’an de rêjeya zarokên karker zêde bû û 67 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di meha gulana îsal de jî 163 cînayetên kar pêk hatin û 9 zarok bûn qurbana kar. 

 
İro Roja Têkoşîna Karkeriya Zarokan a Cîhanê ye. Li çar aliyê dinyayê yek ji birîna herî kûr ew e ku zarokên karker in û ev nayê astengkirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo bikeve pêşiya karkeriya zarokan di sala 2002’an de vê rojê wek Roja Têkoşîna Karkeriya Zarokan a Cîhanê îlan kir. Ancak li gorî daneyên 2016’an ên Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ILO) li dinyayê zarokên temenê wan di navbera 5-17 diguhere 218 milyon zarokên karker hene. Li gorî daneyên Meclîsa Ewlehî Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) li Tirkiyeyê ji 2018’an ve 2 milyona zarokên karker hene. 
 
Li Tirkiyeyê tabloya zarokên karke dîsa tarî ye. Dema mirov li sarlên bihûr dinêhire di sala 2013’an de 59 zarok, di sala 2014’an de 54 zarok, di sala 2015’an de 63 zarok, di sala 2016’an de 56 zarok, di sala 2017’an de 60 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Hikumeta AKP’ê di serdema desthilatdariya xwe de ji ber sal bi sal mirina zarokên karker zêde bû di sala 2018’an de wek sala “Sala Têkoşîna Zarokên Karker” îlan kir. Di vê çarçoveyê de Wezareta Malbat, Xebat û Xizmeta Civakî bernameya xwe vê têkoşîna bi zarokên karker re heta 2023’an derxist. Lê heta niha tu gav nehatên avêtin. Her ku çû rêjeya zarokên karker zêde bûn. 
 
Li gorî daneyên ÎSÎG’ê di sala 2018’an de gellek cînayetên kar pêk hatin û div an cînayetan de 67 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ji zarokên jiyana xwe ji dest dan 23 kes di bin 14 saliyê de bûn. Tabloya 2019’an ji tabloya salên çûyî ne cudatir e. Di meha gulanê ya 2019’an de 163 cînayetên kar pêk hatin û 9 zarokan jiyana xwe ji dest da. Ev mirin di nava karê çandiniyê, kîmya, dar, metal û veguhestinê de pêk tê. 
 
‘TIŞTA KU DIKIN TENÊ DÎMEN E’ 
 
Serokê Şaxa Jimara 1’an a Egîtîm Sena Amedê Abbas Şahîn da zanîn ku li Tirkiyeyê ji bo karkeriya zarokan bê astengkirin li gel peymanên navnetewî jî hatine îmzekirin tenê tiştek tê kirin ew jî ew e ku dîmenê wek ku tiştek dikin . Şahîn anî ziman ku bi ser 2 milyonî re zarokên karker hene û zarok di karên herî zor de tên xebitandin. Şahîn bal kişand ser perwerdehiya zarokan û got: “Dema em li herêmê dinêhirên, zarok nikarin perwerdehiya bi zimanê dayika xwe bibînin. Ji ber vê yekê jî ji perwerdehiyê dûr dimînin. Divê ji bo zarokan cîhanek xweş bê avakirin.”
 
‘ZAROKAN DIAJON NAV KARÊN ZOR Û ERZAN’ 
 
Seroka Komeleya Zarokên Rengarenk Dîlan Taşdemîr jî got karkeriya zarokan her tim di rojeva komeleya wan de ye. Taşdemîr destnîşan kir ku divê mafê zarokan her tim bê parastin û li gorî mafê gerdûnî mafên perwerde, tenduristiyê û parastinê bê temînkirin û zarokan diajon nav karên zor erzan. Taşdemîr got divê zarok bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibînin. 
 
‘ZAROK BI QAÇAXÎ TÊN XEBITANDIN’ 
 
Ji Buroya Hiqûqê ya Bindestan Parêzer Sezîn Uçar jî got her çiqas bi gellek yasayan xebitandina zarokan qedexe be jî lê dîsa zarok tên xebitandin. Uçar diyar kir ku sererastkirinê ji bo zarokan tên kirin jî bi nêrînek li gorî zarokan pêk nayê û got: “Îstîhdama li derveyî qeydan ji sedî 98’ê wê ji zarokan pêk tê. Ji bo meriv balê bikişîne ser vê yekê jî ev dane bes e û girîng e.” 
 
 
 

Sernavên din

15:56 Dayika 56 salî hefteyekê di bin çavan de hiştin: Kodê te çiye?
15:23 Peymana 3 hekîman fes kirin
14:58 Aksakoglu: Bi îdîanameyê dixwazin civaka sivîl krîmînalize bikin
14:44 Cenazeyê Aslan piştî 40 mehan hat teşhîskirin
14:37 Kubîlay: Divê Tirkiye vegere polîtîkayên aştiyane
14:23 Qamyona ka lê barkirî qelibî
14:12 Rêveberekî DBP'ê hat binçavkirin
14:07 Kavala yê 20 mehin girtî ye. Îdîaname xizmeta bêîtîbariyê dike
13:42 Bachelet: Divê dewletên têkildarî DAIŞ û mabatên wan ên li Sûriye berpirsiyar tev bigerin
13:41 Ciwanê ku bi avê re çû hê jî nedîtine
13:26 Danişîna Doza Geziyê dest pê kir
13:15 Serokê YSK’ê Guven daxuyanî da
13:09 KESK: Rejîma yek zilamî hejiya
10:29 Zarokê di bin wesayîtê de ma jiyana xwe ji dest da
10:16 Samî Tan û Aslihan Yildirim bûn hevserokên PEN’a Kurd
09:48 Dayika wî dafdan erdê û wî jî binçav kirin
09:40 Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr encamanên ragihand
09:01 Li Heskîfê şikefta dîrokî xistin bin betonê
09:01 Li bazara zad a Rihayê bêdengî heye
09:00 Zarok li gel mûçeyên kêm jî di karên zor de dixebitin
09:00 30 salin sera kirê dike û debarê dike
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2019'AN
23/06/2019
21:55 Li Qamişlo teqîn: Welatiyek birîndar bû
21:50 Serokê YSK’ê Guven: Piştî pêvajoya îtîrazê em ê mazbatayê bidin
21:21 Erdogan têkçûna Bînalî Yildirim qebûl kir
20:52 Îmamoglu li 28 navçeyan bû yekemîn
19:49 Îmamoglu: Carek din hat dîtin ku pêdivî bi demokrasiyê heye
19:25 Bînalî Yildirim: Rikberê min Îmamoglu li pêş e
19:24 YSK: Qedexeya li ser weşanê rabû
19:08 Cenazeyên du birayên hev ku fetisîn hat dîtin
19:04 ANKA: Sindoq ji sedî 55 vebûn: Namzetê CHP'ê Îmamoglu ji sedî 11 li pêş e
18:20 Li Peyasê nêzî hezar donim genim şewitî
18:19 Li Mêrdînê 4 ciwan hatin berdan
17:59 Serokê Desteya Hilbijartinê ya Stenbolê spazma dil derbas kir
17:59 Li Stenbolê jimartina dengan dest pê kir
17:41 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê kurd destûrê nedin êrîşan
17:11 Li Stenbolê sindoq hatin girtin, deng dayîn bi dawî bû
16:50 Li Edenê zilamekê xwişka xwe kuşt
16:09 Bertek nîşanî xemsariya AFAD’ê da: Cenaze bi saetane di avê de
15:35 Ciwanê ket Çemê Dicle ber avê ket û winda bû
14:58 Cenazeyê ciwanê ket Çemê Avaşîn hat dîtin
14:51 Abullah Gul: Înşellah wê her tişt pirr xweş be
14:49 MEBYA-DER'ê 1'emîn kongreya asayî li dar xist
14:10 Bûldan a dengê xwe da: Dê ji sindoqan azadî û aştî bipijiqin
14:09 Karkerê ji 70 metreyî ket jiyana xwe ji dest da
13:42 Li gundê Entaxê agir bi zeviyên çandiniyê ket
13:32 Ekrem Îmamoglu: Her tişt wê pir xweş bibe
12:56 Bînalî Yildirim raya xwe da: Biryara gelê Stenbolê ser seran ser çavan
12:10 Balafirên şer ên TSK'ê gundê Batûfayê bombe kir
12:09 Walîtiya Bedlîsê li gundên Tetwanê qedexe îlan kir