Bi rojan e şivan û cola pez li wî aliyê robar mahsûr mane

  • rojane
  • 09:21 12 Hezîran 2019
  • |
img

COLEMÊRG - Li Colemêrgê şivanên pez berdan zozanan, ji ber bi boşbûna Robarê Erzikiyê re tûnga li ser robar di bin avê de ma, nikarin derbasî wî aliyê robar bibin. 

Şivanê mezrika Orîte ya gundê Kotranîsê ku pez berdan zozana, ji ber boşbûna Robarê Erzikiyê re tûnga li ser orbar di bin avê de ma nikarin derbasî wî aliyê robar bibin.
 
Şêniyê gund Şakir Emre ku bi rojan xwe negihand pezê xwe yê li wî aliyê robar asê mane, bilêv kir ku wexta li ser robar tûng hatine bicihkirin wan ji rayedaran re gotiye ev têr nakin lê belê rayedar ji bo mesref nekin bi a xwe kirine. Emre, got: "Ji ber em cerdevaniyê nakin xizmeyê nakin. Diviya li ser robar ne tûng pir bihata çêkirin. Ji ber pir tune ye, ev tûng her tim di bin avê de dimînin û tevî şivana heywanên me mehsûr dimînin." 
 
‘EM PIRÊ DIXWAZIN' 
 
Emre, bilêv kir ku par ji ber qedexekirina çûyîna zozanan heta dawiya Hezîranê jî nikaribûne heywanên xwe bidoşin û got: "Îsal jî zivistaneke dijwar hebû, lê belê herêm hinekî bêdeng bû. Me jî heywanên xwe şand mêrga wî aliyê robar. Îjar vê carê ji ber boşbûna robar heywanên me li wî aliyî mane û em nikarin bidoşin. Li vê herêmê herî zêde di meha Gulan û Hezîranê de pez berdar in. Piştî van mehan şîrê pez kêm dibe. Nêzî mehekê ye em wiha mexdûr in. Em dixwazin rojek berî rojekê pirek bê çêkirin. Niha nêzî pezên 10 malbatan li wî aliyê robar asê mane." 
 
Şêniyê gund Azîz Kaya jî, anî ziman ku bihatina biharê re ew kêfxweş bûne û pezê xwe derxistine, lê belê ji ber tûng di bin avê de maye û pezê wan li wî aliyî asê maye îsal jî perîşan bûne. Kaya, diyar kir ku wan serî li rayedaran daye lê belê hîn jî bersiva wan nedane. 
 
'KOLETÎ YE' 
 
Kaya, anî ziman ku bi salan e zozanê wan hatine qedexekirin û îsal jî li şivana nasnameya taybet hatiye ferzkirin û berîvanên ku diçin pez didoşin jî divê saeta xwe ya çûyîn û vegerê diyar bikin û wisa biçin. Kaya, destnîşan kir ku ev rewş dişibe pergala koletiyê ya demên berê. 
 
Kaya, anî ziman ku li herêma wan Herêma Berwarê 9 gund hene û serê malekê 10-15 col pezê wan heye û got: "Niha her kes wek min perîşan bûye. Li vira em debara xwe bi zozan û mêrgan dikin. Wexta bên qedexekirin li herêmê jiyan jî namîne. Nexasim îsal ji ber hinekî herêm bêdeng bû em kêfxweş bûn ku em ê heywanên xwe bişînin zozana, lê belê rewş xirabtir bûye." 
 
Kaya, bilêv kir ku ew nikarin derbasî wî aliyê robar bibin û her roja ku ew nikarin derbas bibin bi hezaran lîre xisara wan çêdibe û got: "Min rojê 2 ton şîr ji colê xwe yê pez didot. Kîloya şîr bi çi qasî ye? Kîloya mast bi çi qasî ye? Wexta em hesab bikin windahiyeke gelek mezin rû dide. Ma qey em naxwazin qezenc bikin? Em li gundê xwe jiyaneke birûmetd ixwazin. Em jî welatiyên vê dewlet ne. Me jî leşkerî kiriye, em jî bacê didin. Em ne dijminê dewletê ne. Em doza jiyaneke hevpar û wekhev dikin. Wekî din em tiştekî din naxwazin." 
 
MA / Hamza Gunduz 
 
 

Sernavên din

11:53 Piştgiriya ji bo Nobeta Demokrasiyê mezin dibe
10:43 Bêkarî gehişt 4 mîlyon û 253 hezarî
10:30 Bi îdiaya ‘qaçaxê’ ceryana gund birîn
09:00 Qeyûm hat xebat sekinî
09:00 'Alîkariya Destpêkê' li hewara kurdan tê!
09:00 Karkerên Cargillê: Em tenê karê xwe dixwazin
09:00 Turmen: Divê têkoşîna demokrasiyê bi hev re bê dayîn
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2016'AN
15/09/2019
20:20 Esad beriya civîna bilind a Enqereyê efûyê derxist
16:48 Togrûl: Ji bo ku hemû zarok bizivirin, tekane çareserî aştiye
16:25 Li Çiyayên Kazê 52 roj: Ji bo Heskîfê em dest bidin hev
16:00 Şandeya HDP’ê wê li Ewropa hin hevdîtina pêk bîne
15:34 ‘Em bi israrin ku qeyûm bişînin’
15:33 Jinên Îzmîrî ji bo ku xwedî ‘Hevserokatiyê’ derkevin wê li hev kom bibin
14:27 Mînîbusa karkerên çandinê lê sîwar bûn qulipî
14:06 Li Samsun û Eskîşehîrê cînayetên kar
13:45 Hevşaredarê Pasûrê ‘3 rojin bê hincet’ dibin çavan de tê girtin
13:22 Mesûtoglû yê 84 rojin di greva birçîbûnê deye darizandinek adîlane dixwaze
12:57 Koçyîgît: HDP adresa çareseriyê ye
12:27 Kiliçdaroglu: Dayikên li Amedê jî mafdarin
11:37 Girtiyê nexweş Guler ê 80 salî nayê derman kirin
11:04 15 gundiyên kana kevirina nexwest ên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Leyla Guven bang li hemû dayikan kir: Werin em li maf, hiqûq û çareseriyê bigerin
10:04 Li Afyonê otobusa rêwiyan qulipî
09:25 Uras: Peyama Ocalan temînata jiyanek hevbeş e
09:23 Ji ber karek bi dest nekat dest bi çandina tûtinê kir
09:07 Qeyûm li ser navê şaredariyê kirê kiriye, lê xizmên xwe lê bi cih kirine
09:05 Qeyûm bi nanê 5 hezar kesî leyîstin!
09:04 Ne cotkar dikare hilberîne, ne jî bazarvan dikare bifiroşe
09:03 Berên ewil ên 'Sereya Bêasteng' gihan
09:02 Walîtiya Wanê nehişt li 66 polîsên îşkence kirin lêpirsîn bê destpêkirin
09:01 35 roj in cenazeyê kurê wî nadinê
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2019'AN
14/09/2019
16:22 Seta helbestên Arjen Arî derket
16:16 Ji 3 bajaran xwestin girtiyên nexweş bên berdan
16:02 Bariş: Rojname û saziyên din ên çapameniyê bi awayekî vekirî sûc dikin
15:59 Xizmên Windayan 54 hefte şûn ve dîsa li derve ne
15:38 Ji Nobeta Demokrasiyê: Qeyûm nîşaneyên hilweşandinê ne
15:36 Hevseroka Giştî ya ESP'ê Gumuştaş di Nobeta Demokrasiyê de ye: Teqez emê bi ser bikevin
15:18 Parêzerên Demîrtaş berdana wî xwestin
15:03 Dayikên Şemiyê bang li Soylu kirin: Dayikên Şemiyê ne dayik in gelo?
14:46 HDP: Hûn nikarin bi propaganda reş encam bistînin
14:16 Guven û Aydenîz gora Îbrahîm Ayhan ziyaret kirin
14:15 Tûran: Çalakiya li ber avahiya HDP'ê pareçeyek 'Plana Çongşikandinê' ye
13:03 Cerdevanê birîndar ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da
13:02 HDP: Hûn bi lêpirsînin bêbingeh nikarin darbeyê meşrû bikin
12:42 Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê didome
12:24 Kaya yê CHP'î: Davutoglu têkçûn dît
11:15 Nameya Recep Peker derket holê: Edaletê ez qedandim
10:47 Hevserokê HDP'a Osmaniyeyê hat berdan