DERSIM - Midûriyeta Polîsan a Dersimê ji bo kameraya xwe bigire bangî nûçegihana me Semra Tûran kirin. Turan a çû Miduriyetê hat binçavkirin û birin Enqerê.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamaya (MA) Semra Tûran a di 6’ê Adarê de li Dersimê hat binçavkirin, polîsan dest danîn ser kameraya wê û rojek şûnde sewqî edliyê hat kirin û berdan, serê sibê saet 07.00’an Miduriyeta Polîsan a Dersîmê ji bo kameraya xwe bigire, bangî wê kirin.
Rojnameger Tûran ji bo kameraya xwe bigire, saet 10.00’an de çû Miduriyeta Polîsan a Dersimê, lê polîsan Tûran bi hinceta li Enqerê derbarê wê de lêpirsîn hatiye vekirin, binçavkirin. Polîs li vê derê Tûran li wesayîtê siwar dikin û dibin Enqerê.
Tûran di 6'ê Adarê de hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.