Şahidên Newroza Cizîrê ya dîrokî: Me zincîra tirsê di 92'an de şikand

img

ŞIRNEX – Şahidên Newroza Cizîrê ya Dîrokî ku di sala 1992'an de hat pîrozkirin û di aqilan de cihê xwe girt, anîn ziman ku wê îsal bi coşek mezin Newrozê pîroz bikin û wiha gotin: "Newroz ji bo me raperîn û serhildan e. Me zincîra vê tirsê di Newroza sala 92'an de şikand." 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îsal dê Newrozê bi şîara "Em dê tecrîdê bişkînin, teqez bi ser bikevin" li 27 navendan pîroz bike. Yek ji van navendên ku Newroz lê bê pîrozkirin jî Navenda Cizîrê ya Şirnexê ye. Di vê pêvajoya ku li girtîgeh û li derve bi hezaran kes li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne û hilbijartina 31'ê Adarê li ber derî ye wê agirê Newrozê geş bibe û Newroz bê pîrozkirin. Li Cizîrê ku bi Newroza dirokî ya sala 1992'an tê hiş û aqilan li bendê ye ku îsal bi tevlêbûna deh hezaran kesan coş û kelecanek pir mezin bê pîrozkirin. 
 
CIZÎR BI BERXWEDANÊ BÛ BAJARÊ NEWROZÊ
 
Li navçeya Cizîrê di sala 1992'an de gelê Cizîrê bi betelên mezin Newroz pîroz kir û zincîra tirsê qetandin. Li gel hemû êrîşên polîs û tîmên taybet gelê Cizîrê di sala 1992'an de daket qatan û Newroz pîroz kir. Bi wan dîmenê xwe di fahiza dîrok û mirovan de cihê xwe girt û mayînde bû. Piştî Serokwezirê wê demê Suleyman Demîrel di sala 1992'an de got  "Her kes dikare azad pîroz bike', di sibeha 21'ê Adarê de bi hezaran gelê Cizirê daketin Qadan û Agirê Newrozê geş kirin. Gelê ku daket qadan û agirê Newrozê geş kir, polîs û tîmên taybet bi çekên lûledirêj li ser gel gule reşandin. Piştî gel çû ser gora Sembola Newrozê Binevş Egal û dest bi pîrozbahiyê kirin rastî êrîşan hatin. Polîsan bi panzêr û maşîneyên zirxî ketin nava girsê û li ser gel gule reşandin. Li gorî daneyên fermî 57 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan kes birîndar bûn. Ji wê dîrokê û şûnde Newroza Cizîrê bû dîrok û ket hiş û aqilan. Cizîr bû bajarê Newrozê. Kesên bûn şahidê wê Newrozê, bîranîn û wateya Newroza dîrokî û Newroza îsal axivîn. 
 
'CIZÎR BI TANGAN DORPÊÇ KIRIBÛN'
 
Welatiya Cizîrê Kudret Adiyaman ku dema bû şahida Newroza 92'an hêj 26 salî bû, diyar kir ku wê demê pîrozbahiyê rojek berê dest pê kiribû û wiha got: "Min zarokên xwe danîn cem cîranên xwe û min cilên neteweyî li xwe kirin û tev li pirozbahiyê bûm. Me roja ewil bi coşek mezin govend gerand û pişte çûn ser goristanê. Li wir banga Newroza mezin a 21'ê Adarê kirin. Roja din jî min disa zarokên xwe danîn cem cîranên xwe û çûn pîrozbahiya Newrozê. Dema em çûn ser goristanê gaza îsotê avêtin ser me. Wê demê me nizanibû gaza îsotê jî çiye. Her kesî digot gaza kîmsasalê ye. Ez nebûm şahidê komkujiyê. Lê Cizîr bi tangan dorpêç kiribun. Berê hemû tangan dabûn ser me. Dema ez vegeriyam gotin sembona Newrozê Berivan birîndar bûye û kesek jiyana xwe ji dest daye. Zilmek mezin li me kirin. Lê me tu carî serî netewand. Newroz ji bo kurdan hebûn û tunebûn bû. Ji bo Kurdan Newroz berxwedan e. Em hevî dikin ku ev Newroz jî bibe Newroza aştî û azadiyê. Yên di greva birçîbûnê de bibin degnê hemû mirovahiyê. 
 
‘ZINCÎRA TIRSÊ DI 92'AN DE ŞIKANDIN' 
 
Şahida Newroza 92'an Asya Oglagi jî anî ziman ku dema girse li Taxa Nûrê kom bû ew jî di nava wê girsê de bû û wiha got: “Gel dixwest Newrozê pîroz bike. Lê polîsan destûr nedidal. Em kom bûn û me xwest bimeşin şehîdgehê. Li ser rêya bejayî rê li pêş me birîn. Me li ser rê çalakiya rûniştinê pêk anî. Meha rojiyê bû. Lê dîsa kesî gav paşve navêt. Me wê rojê bedelên mezin dan. Divê îro her kes teqez biçin Newrozê pîroz bikin. Divê her kes bê tirs biçin. Ji ber ku me zincîra tirsê di salên 1992’an de qetand. Me şehîd dan û zincîr şikand. Ji wê demê heta niha em bê tirs li ber xwe didin. Em ji mirinê jî û ji girtinê jî natirsin." 
 
‘EM LI ZAROKÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN'
 
Oglagi, bal kişand ser çalakiya greva birçibûnê û xwest her kes li daxwaza girtiyan xwedî derkevin û bibin dengê zarokên xwe û wiha got: "Em li pişt daxwazên girtiyan in. Daxwazên zarokên me daxwazên me ne. Bila her kes li zarok û daxwazên zarokên xwe xwedî derkevin." 
 
‘ME TU CAR PAŞVE GAV AVÊTIN QEBÛL NEKIR'
 
Şahidê Newroza dîrokî Abdurrahman Dakak (60) jî anî ziman ku ji 92'an heta niha gel bedelên mezin dane û wiha got: "Beriya Newroza 92'an her tiştê der barê Kurdan de dihat înkarkirin. Bi xêra Ocalan gelê kurd xwe nas kir û li gelek mafên xwe xwedî derketin. Kurdan gelek destkefti bi dest xistin. Îro mirov nasnameya xwe ya kurdbûnê, ziman û çanda xwe. Di salên 92'an de li dijî kurdan "hovîtî" pêk hat. Fermandarê wê demê got 'Hûn bimeşin em dê komkujiyê bikin. Newroz qedexe kir û destûr neda em bimeşin. Ger ku em nemeşiyana me dê xwe înkar kiribûya. Lê me vegera malê qebûl nekir û me li wir çalakiya rûniştinê pêk anî. Bi çekan li ser me gule reşandin. Gelek mirov birîndar bûn. Kesî kesî nedidît. Piştî êrîşan em li kolanan dîsa hatin cem hev. Li taxa Cûdî jî pêşiya gel qut kirin û êrîş kirin. Gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Pêlavên gelekan ji piyê wan ketibû û li kolanan çalakiyan berdewam dikir. 
 
‘ÎRO JÎ BERXWEDAN E' 
 
Her Newroz ji bo me berxwedanek nû ye. Newroz mîrateya Mazlum Doganan e. Em her dem şopdarê wan in. Em li pey berxwedanê ne. Newroz hebûna me û nasnameya me temîs dike. Ger ku îro hebûna me bihata qebûlkirin, dê Birêz Abdullah Ocalan ew qas nehatibûya girtin. Niha ziman, çand û nasnameya gelê kurd hatiye qedexekirin. Newroz qada ku gelê kurd van daxwazên xwe bîne ziman. Îro rewşa Birêz Ocalan û Leyla Guven li holê ye." 
 
MA / Berivan Altan
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome