Di ser kuştina Kemal Kurkut de 2 sal derbas bûn
Di doza Kurkut de edalet kîjan aliyî digire?

img

AMED – Parêzer Serdar Çelebî diyar kir ku doza Kemal Kurkut bi polîtîkaya bêcezakirinê re rû bi rû ye û got: “Kemal Kurkut bi şiklekî terorîst hatibû qebûlkirin, sûcdar hatibû îlankirin lê xizmetên têkildarî vê yekê hemû bi şiklekî têk çûn.” Cîhan Kurkut jî got: “Mixabin edalet jî aliyê sûcdar digire.” 

Di ser kuştina xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut de 2 sal derbas bû. Kurkut ê ku xwest tev li pîrozbahiya Newroza Amedê ya di 21’ê Adara 2017’an de bibe di têketina Qada Newrozê de ji aliyê polîs ve hat gulebarankirin û di cih de hat kuştin. Waliyê Amedê yê wê demê Huseyîn Aksoy daxuyanî dabû û gotibû ku bi boneya bombe di çenteyê wî de mudaxeleyî wî hatiye kirin. Ancak rojnameger Abdurrahman Gok ku wê demê edîtoriya dîhaberê ya bi KHK’ê hat girtin dikir kêliya kuştina Kurkut wêne bi wêne kişand û wêneyan walî Aksoy derewand. Aksoy piştî wêneyên hatin belavkirin tenê got “xemgîniye” û xwe wisa parast. 
 
ARGÛMANA NIXIMANDINÊ NEMA 
 
Piştî ku dîtin argumenek ku dê ser bûyerê biniximînin nema, Walîtiya Amedê destûra lêpirsînê da û Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê 72 polîsan de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpîrsînê de polîs Y.Ş. û O.M. hatin binçavkirin. O.M. ji aliyê dozgeriyê ve hat berdan. Y.Ş. sewqî Dadgeha Cezayê Silhê kirin û bi şertê kontrola edlî hat berdan. 
 
Serdozgeriyê piştî 7 mehan lêpirsînê temam kir û der heqê bûyerê de îdaname hat amadekirin. 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdaname qebûl kir û di idanameyê de ji sûcê “Bi qestî kes kuştin” der barê polîs. Y.Ş. de cezayê muebetê hat xwestin. Der barê polîs O.M. de jî bi boneya gule ne ji çeka wî derketiye biryara neşopandinê hat dayîn. 
 
RAPORA KRÎMÎNAL JÎ GOT ‘POLÎS KURKUT KUŞTIYE’ 
 
Piştî sê mehan polîsê kujer ji kar dûr kirin carek din paş ve wî anîn ser karê wî. Tevî ku her car girtina wî hat xwestin jî lê ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Danişîna ewil a dozê di 14’ê kanûna 2017’an de hat dîtin. Parêzeran xwest 60 polîsên li cihê bûyerê bila wek şahid werin guhdarkirin lê her carê bêyî hêcet bê nîşandan ev daxwaz hat redkirin. Polîs Y.Ş. di danişînê de ida kir ku gule berdaye piyên Kemal Kurkut. 
 
Dadgehê rapora pispor a Saziya Tiba Edlî (ATK) xwest û rapor bi paralelî îfadeyên polîs Y.Ş. hat amadekirin. ATK’ê got “Kurkut bi guleya li zemîna hişk ket û pekiya jiyana xwe ji dest daye” û bi vî rengî polîs parast. Ancak ji ber ku rapor ji qanih bûnê dûr bû dadgehê ji Buroya Krîmînal a Ulusal raporê xwest. Buroya Krîmînal dîmenên kamerayê yek bi yek lêkolîn kir û bi îfadeyên teqez got polîs Y.Ş. raste rast Kemal Kurkut kiriye hedef û gule berdayê û bi guleya Y.Ş. berdaye hatiye kuştin. 
 
Rapora Buroya Krîmînal a Neteweyî jî ji bo girtina polîs dadgehê qanih nekir. Di danişîna herî dawî de jî daxwaza parêzeran a ji bo girtina polîs dîsa ji aliyê dadgehê ve hat redkirin û kontrola edlî ya li ser polîs jî hat rakirin. 
 
'NIKARIBÛN VEŞÊRIN’ 
 
Ji parêzerên malbata Kurkut, Serdar Çelebî pêvajoya 2 salan a darizandinê nirxand. Çelebî diyar kir ku ji kêliya ewilî ve dewlet û daraz li pey polîtîkaya bêcezakirinê ya dozê ye û got: “Piştî ew wêneyên kuştina Kemal Kurkut derketin holê û raya giştî dît êdî nikaribûn bûyerê biniximînin yanî veşêrên.” 
 
‘HEMÛ HESABÊN WAN TÊK ÇÛN’ 
 
Çelebî bal kişand ser daxuyaniya Walîtiya Amedê ya piştî bûyerê û wiha got: “Di esasê xwe de ew daxuyanî ji bo maqamên edlî ferman bû. Dixwestin bê darizandin ser bûyerê bigirin. Ya duyemîn jî ji bo otopsiya cenaze agahî nedan malbatê û di dema defnê de jî gelek zehmetiyan ji malbatê re derxistin. Cenaze rastî cudakariyê hat, maşîneya cenaze nedan, destûr nedan cenaze li kêleka bavê wî veşêrin. Cihê gorê nedan û konê sersaxiyê nedan. Di esasê xwe de ev hemû nêzîkatiya dewletê ya li hember Kemal Kurkut hemû tiştî şênber dida xuyakirin. Yanî Kemal Kurkut bi şiklekî terorîst hatibû qebûlkirin, sûcdar hatibû îlankirin lê xizmetên têkildarî vê yekê hemû bi şiklekî têk çûn.” 
 
'JI ALIYÊ ME HER TIŞT ZELAL E Û HATIYE FÊMKIRIN’ 
 
Çelebî da zanîn ku tevî hemû delîlên şênber jî têkildarî darizandinê ATK’ê di lehê polîs de rapor amade kiriye û got: “Tevî lêkolînên hatin kirin jî û ku polîs kujer derdikeve jî lê polîs tê parastin û raporên ji bo polîtîkaya bêcezakirinê tên amadekirin. Tabî ne mimkin e em vê qebûl bikin. Her tişt eşkere û diyar in. Bi vê rapora dawî ya Krîmanalê re ji bo me jî di esasê xwe de bûyer ronî ye û hatiye fêmkirin. Li ser vê raporê me xwest bersûc bê girtin. Lê li dijî vê daxwazê dadgehê kotrola edlî û qedexeya derketina derve ya polîs rakir.” 
 
'MAFÊ JIYANÊ DIDARIZÎNIN’ 
 
Çelebî anî ziman ku rapora ATK’ê dewama “polîtîkaya bêcezakirinê ye” û ATK jî bi saziyên dewletê re di nava heman reflekse de ye û got: “Di dozê de pir eşkere Kemal Kurkut rastî cudakirinê tê. Li ser nasnameya mirî darizandin tê kirin. Li ser jiyana Kemal Kurkut darizandina binpêkirina mafê jiyanê tê kirin. Ev doz di heman demê de doza binpêkirina mafê jiyana kesên din ên di nava civakê de dijîn e. Heke ku dosyeyên wek Aydin Erdem, Tahîr Elçî, Şahîn Oner, Medenî Yildirim û kesên din ku bi faîl ne diyar çûn polîtîkaya bêcezakirinê nehata pêkanîn, dê Kemal Kurkut jî nehata kuştinê.” 
 
CÎHAN KURKUT: EDALET ALÎGIRIYA KÛJER DIKE 
 
Birayê Kemal Kurkut, Cîhan Kurkut jî destnîşan kir ku ew li benda edaletê ne û wiha got: “Du sal bi ser kuştina birayê min re derbas bû lê mixabin êşa me hêj heman êş e û dibe ku ev bi salan jî dewam bike. Çimkî bi birayê min re hemû organên dewletê jî mirin. Dermanê birîna me edalet e. Lê mixabin saziyên edaletê alîgiriya sûcdar dike. Ji ber vê yekê jiyankirina me ya li welatek bêewle didome. Li gorî me kujer li her derê ye. Çimkî êdî baweriya me bi polîsan nemaye. Li vî welatî gelek komkujiyan pêk anîn. Lê kuştina Kemal me ji nava axîna kezebê birîndar kir. Em ê bi baweriya xwe ya edaletê vê dozê bişopînin. Dûr an jî nêz helbet wê rojekê edalet pêk were. Tenê ne ji bo Kemal dê ji bo Berkîn, Ceylan û gellek kesên din hatine kuştin edalet pêk were. Banga me ew e êdî xwîn bisekine û kîn bi dawî bibe. Êdî bila kulîlkên aştiyê li ser vê axê aj bidin. Bila mirov nemirin û mirov bên jiyîn.”

Sernavên din

22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin