MÊRDÎN – Di demek ku hindik ji hilbijartinê re maye eraziyek Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm birêve dibe, li ser daxwaza kesek nêzî AKP’ê tê nasîn derxistin ber firotinê.
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji 2016’an ve ji aliyê qeyûm Mustafa Yaman ê Waliyê Mêrdînê ve tê birêvebirin, beriya demek hindik ji hilbijartina xwecihî re bimîne eraziyek din bi qîmet derxist ber firotinê. Eraziya ji 513,84 metrekareyî pêk tê li taxa Misûriyê ya Navçeya Artukluyê ye. Erazî li cihê herî ku biçûnehat ê bajêr e. Ji bo erazî dê di 22’ê adarê de bi şêweya “zêdekirina vekirî” îhaleya wê pêk were.
Erazî di nava herî neguhêzbarên girîng ên şaredariyê de cih digire. Erazî hêjayî 3 milyon lîreyî ne. Şaredariyê ji bo erazî 2 milyon 240 hezar û 480 TL bedela texmînkirî diyar kir. Şaredariyê ji bo mîqdara temînata derbasdar a erazî 67 hezar û 215 lîre diyar kir.
Li gorî belgeyên hatin bidestxistin; kesê bi navê Nurullah Çelebîoglu yê nêzî Parlamenterê AKP’ê yê Mêrdînê Cengîz Demîrkaya tê nasîn ji bo firotina erazî daxwazname da şaredariyê. Di daxwaznameyê de tê xwestin ku erazî bifiroşin wî. Tê gotin ku şaredariyê jî li ser daxwaznameyê erazî ji bo firotinê derxistiye îhaleyê.
MA / Ahmet Kanbal