Li 117 girtîgehan zêdetirî 600 girtî di çalakiya greva birçîbûnê de ne

  • rojane
  • 09:09 12 Kanûn 2018
  • |
img

AMED - Li 117 girtîgehên li Tirkiye û herêmê zêdetirî 600 girtiyên siyasî ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a girtiyên siyasî di roja 16'an de ye. Parêzer Bunyamîn Şeker, anî ziman ku li Xarpêtê rewşa 6 girtiyên jin ên 40 roj in di greva birçîbûnê de ne krîtîk e. 

Li girtîgehên Tirkiye û herêmê ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê ji 27'ê Mijdarê ve girtiyên siyasî di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger de ne. Her wiha li Girtîgeha Jina ya Xarpêtê jî 40 roj in 6 jinên girtî di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger dene û li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 35'an de ye. Li Tirkiyeyê li 117 girtîgean zêdetirî 600 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne. 
 
Rêvebirê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Parêzer Bunyamîn Şeker, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê siyaset û çareserkirin xitimiye. Şeker, diyar kir ku li girtîgehan bi daxwaza bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan ji 27'ê Mijdarê ve girtî di çalakiya greva biçîbûnê de ne û divê ev daxwaza rewa ya girtiyên siyasî pêk bê. Şeker, anî ziman ku Ocalan ji 2011'an ve nikare hevdîtinê bi parêzerên xwe re çêbike û ji 2015'an ve jî agahî jê nayên girtin. 
 
DAXWAZA GIRTIYAN 
 
Şeker, destnîşan kir ku piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê ya piştî çalakiyên grevên birçîbûnê yên 2012'an dest pê kir, li Tirkiyeyê alozî rû daye û got: "Hem çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û ya girtiyên jin ên li Xarpêtê çalakiya bêdem-bêdorveger e. Paşê di 26'ê Mijdarê de girtiyên siyasî daxuyaniyek dan û di 27'ê Mijdarê de li 117 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger dest pê kir û hîn jî didome. Rojeva çalakiyên greva birçîbûnê; bidawîbûna tecrîdê ye, divê parêzer bikaribin hevdîtin bi Ocalan re çêbikin." 
 
Şeker, diyar kir ku ji daxuyaniyên girtiyên siyasî jî tê fêmkirin ku çalakiyên greva birçîbûnê bi awayekî biryardar didomin û ev jî nîşan dide ku wê merheleya wê ya din çawa be. Şeker, anî ziman ku ger ev yek neyê çareserkirin dibe ku çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan veguherin asteke din. 
 
ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊDEM Û BÊDORVEGER 
 
Parêzer Şeker, destnîşan kir ku bi taybetî jî çalakiya Leyla Guvenê û ya 6 jinên li Girtîgeha Xarpêtê di asta krîtîk de ye û got: "Li girtîgehê me hevdîtin çêkirin. Derket holê ku vîtamîna B12 nadin girtiyên di greva birçîbûnê de ne. Niha 7 jin di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne û rewşa tenduristiya wan ne baş e. Me li Xarpêtê serdana 6 jinên di grevê de ne kir. Kîloyên wan pir kêm bûye û tansiyona wan nebaş e. Çimkî ji ber tansiyonê me dît ku wexta girtî rabû ser xwe ket. Ji me re gotin vîtamînan nadin. Emîne Înan a di greva birçîbûnê de ye hem hestiyên wê dihelin hem jî masûlkeyên w û daketiye 36 kîloyan. Sevîm Ekîn daketiye 42 kîloyan. Navê jinên din ên di greva bêdem û dorveger de ev in; Gulîstan Seçkîn, Remziye Karadag, Kader Peker û Zeynep Tûran. Kîloyên wan jî pir kêm bûye. Gotin pêdiviyên wan pêk nayên, tansiyona wan nayê kontrolkirin û pdêiviyên divê kesên di gervê de bigirin nadin wan. Me xwest em ji bo vê yekê hevdîtinê bi îdareya girtîgehê re çêbikin, lê daxwaza me hat redkirin." 
 
‘ME MUXATAB NEDÎT' 
 
Parêzer Şeker, destnîşan kir ku ji bo derman û pêdiviyên kesên di greva birçîbûnê de wan muxatabek nedîtiye û got: "Em muxatabekî nabînin. Îdareya girtîgehê deriyên xwe li ser me digire. Me li girtîgehên din jî dît kesên di greva birçîbûnê de tên tecrîdkirin, wan ji hikumxwar û girtiyên din cuda dikin." 
 
ZÊDETIRÎ 600 GIRTΠ
 
Parêzer Şeker, diyar kir ku li er girtîgehekê komên cuda di greva birçîbûnê de ne.Şeker da zanîn ku li Girtîgeha Jina ya Xarpêtê 6 girtiyên jin, li Girtîgeha Jimare 2'yan a Xarpêtê 18, li Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê jî 21 girtî di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene û bi giştî li 117 girtîgehan zêdetirî 600 girtiyên siyasî di çalakiya greva birçîbûnê de ne. 
 
‘DIVÊ DEWLET DEV JI VÊ HELWESTÊ BERDE' 
 
Şeker, bertek nîşanî binçavkirina kesên li derve destekê didin çalakiyên greva birçîbûnê da û destnîşan kir ku feraseteke ku bi konsepteke navendî dixwaze çalakiyên greva birçîbûnê bitepisîne heye. Şeker diyar kir ku divê demildest dev ji vê helwestê bê berdan û divê liv û tevgerên ji bo çareserî û diyalogê çêbibin. 

Sernavên din

16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Ji bo pirtûka ‘Rengê Mor ê Siyaseta Kurd’ biryara komkirinê hat dayîn
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 Serokwekîla Koma DEM Partiyê Koçyîgît axivî
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne | HATE NÛKIRIN
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin