RIHA - Li Qada Topçu ya Rihayê ciwanê betal ku li kar digeriya, dema şaredarên Rihayê û parlamenterên AKP'ê eşûre belav dikir, benzîn li xwe kir û bedena xwe da ber agir.
Li Qada Topçu ya Rihayê dema şaredar û parlamenterên AKP'ê aşûre belav dikir, ciwanekî ku li kar digeriya, ji şaredar û wekîlên AKP'ê kar xwest. Ciwanê ku bersîva neyînî ji şaredar û wekîlên AKP'ê girt, benzîn li xwe kir û agir berda bedena xwe. Piştî esnafên derdorê mudaxale kirin şewat vemirandin û bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Hat diyar kirin ku ciwan gelek caran çû şaredariyê û kar xwest. Lê ji ber bersîvek erênî negirt, li Qada Topçu dema şaredar û wekîlan aşûre belav dikir dubare kar xwest û dema dîsa bersîva neyinî girt çalakî pêk anî û agir berda bedana xwe.