ŞIRNEX - Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş pirsgirêka avê ya li bajaroka Findikê ya navçeya Basa tê jiyîn bir Meclîsê û ji Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemîr pirsa “Ev duh rojin avê nadin bajarokê, tenê carekê ew jî saetekê ava hatiye dayîn. Gelo hinceta nedana avê çiye?” kir.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)a Şirnexê Hasan Ozguneş, pirsgirêka avê ya bajaroka Findikê ya navçeya Basa ya Şirnexê ku demek dirêje didome bir Meclîsê. Ozguneş ji bo Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîr bi bersivîne pêşniyar pirs da Meclîsê. Di pêşniyar pirsê de hat diyar kirin ku bajarokê 260 malbat hene û ev duh rojin av nayê dayîn.
‘WELATIYAN NEÇARÎ KIRÎNA AVÊ DIKIN’
Ozguneş, da zanîn ku ji ber pirsgirêka avê ya heyî welatiyên bajarokê mexdûrin û wiha got: “Welatî pêdiviyên xwe yên avê ji çeşmeyên berî derbas dikin. Bi van nêzîkatiyan welatiyan neçarî kirîna avê dikin.”
Ozguneş di pêşniyar pirsa da de ev pirs pirsîn:
“*Ev deh rojin av ji bo bajaroka Findik nayê dayîn. Dinava de rojan de tenê çarekê hatiye dayîn, ew jî saetekê. Gelo agahiya we ji vê heye?
*Gelo hinceta nedana avê çiye?
*Her roj ji bo Fermandariya Taburê û Baregeha Kelehê ya Leşkerî ya herêmê tên dayîn lê çima ji bo gelê herêmê nayê dayîn?
*Gelo ji bo çareseriya pirsgirêka ava vexwarinê ya gundên derdorê û bajaroka Findikê planên we hene?
*Ji bo xizmeta kêm a li gund û bajarokên girêdayî navçeya Basa gelo heya niha çiqas gîlî û gazinc ji bo we hatine û ji bo van giliyan we kîjan xebat dane destpê kirin?
* Gelo derbarê fatureyên ceyranê yên ji bo gelek gundên Basa hatine birîn û welatî nikarin pereyek ewqas zêde bidin de, tu xebatên we yên çareserkirinê hene?