Li Japonyayê lehî rabû: 4 kes mirin
- Cîhan
- |
- 14 Tebax 2026 11:22
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Japonyayê ji ber barana zede lehî rabû. Di lehiyan de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li rojhilatê Japonyayê û li parêzgeha Chîba ya nêzî paytext Tokyoyê, ji ber baranên zede lehî rabûn. Di lehiyan de herî kêm 4 kes mirin û 5 ke sjî birîndar bûn.
Ji ber baranê çûnhatin xitimî. Herî kêm 7 hezar rêwî li balafirgeha Narîta ya Tokyoyê asê man.