Berpirsa Herêmê ya PSAKD'ê: Têkoşîna hevpar divê

Parve bike:
MÛŞ - Berpirsa Herêmê yê PSAKD'ê Latîfe Ûlûtaşê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bal kişand ser rola Elewiyan û daxwazên wan û got ku ew ê heya dawiyê piştgiriyê bidin pêvajoyê û banga têkoşîna hevpar kir. 
 
Nêzîkatiya navendparêz û yekparêz a ku ji dema damezrandina Komarê ve hat pejirandin, li Tirkiyeyê bû sedema înkar, asîmîlasyon û komkujiyan. Kurd û Elewî li cihên wekî Dersim, Zilan, Sêwaz, Çorûm, Mereş û Roboskiyê û gelek deverên din rastî komkujiyan hatin. Elewî ji destpêkê ve li dijî van komkujî û polîtîkayên asîmîlasyonê têkoşiyane û daxwaza jiyaneke bi wekhevî û azadî û her wiha naskirina baweriya xwe kirine. Her wiha Elewî bi daxwaza pêkanîna azad a baweriya xwe, beşdarî "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" dibin; pêvajoyeke ku di 27'ê Sibata 2025'an de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû.
 
Latîfe Ulutaş, Nûnera Herêmê ya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê (PSAKD), bal kişand ser rola Elewiyan di vê pêvajoya ku hem aştiyê û hem jî ya demokratîkbûnê li ber çavan digire.
 
HEMWELATÎ
 
Latîfe Ulutaşê bi bîr xist ku ji dema destpêka hebûna Elewîtiyê ve komkujî pêk hatine û got: "Me hewl da ku baweriya xwe ya bi demokrasiyê bikin pratîk. Her çend em li welêt şahidê bêhiqûqiyê bin jî, me her tim parêzvaniya demokrasiyê, aştiyê û mafên mirovan kiriye. Têkoşîna me îro jî li ser heman rêyê berdewam dike. Em ne tenê behsa daxwaza hemwelatiya wekhev a Aleviyan dikin; em behsa mafên Kurd, Ermenî, Çerkez û hemû gelên ku li vir dijîn dikin."
 
Latîfe Ulutaşê diyar kir ku hemwelatiya wekhev sînorên civaka Elewî derbas dike û wiha lê zêde kir: "Em li ser navê hemû gelên vî welatî yên ku mafên wan ji wan tên standin û nikarin ziman, çand û baweriyên xwe bijîn, bangewaziyekê dikin. Elewîtî her wiha baweriyek e ku koka wê digihîje xwezayê. Em heman rêzgirtinê ji bo mafên her zindiyekî di xwezayê de nîşan didin. Ji ber vê yekê em behsa têkoşîneke hevpar dikin."
 
Latîfe Ulutaşê bi balkişandina li ser girîngiya demokratîkbûnê, diyar kir ku ew girîngiyeke mezin dide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Latîe Ulutaşê got, "Lê belê, divê em li vir behsa aştiyeke demokratîk û civakî bikin" û ev tişt anîn ziman: "Îro, tenê dayîna mafan ji bo Elewiyan têrê nake. 'Yên din' karker, kedkar, jin û ciwan rûbirûyê gelek pirsgirêkan in. Pêwîst e pêvajoya aştiyê van koman jî li xwe bigire. Li vî welatî her roj jin tên kuştin; divê ji bo çareserkirina vê yekê polîtîka bên danîn. Daxwaz û pirsgirêkên Elewiyan jî hene ku divê bên bersivandin û divê di komîsyonê de dengê wan hebe. Em bi taybetî wekî jin bi awayekî xurt piştgiriya vê pêvajoyê dikin, ji ber ku di şer de birînên herî kûr ên dayikan in; her guleyek dilê dayikekê dişewitîne. Ez bawer dikim ku pêwîst e jin di têkoşînê de bi awayekî çalaktir cih bigirin. Divê em li vî welatî hemû kesên ku wekî 'yên din' tên dîtin, hembêz bikin. Hêvîdar im astengiyên li pêşiya çareserkirina pirsgirêkên din bên rakirin. Hêvîdar im aştî di demeke herî kurt de pêk were û rê bide ku her kes bi parastina nasnameyên xwe yên taybet, bi hev re bijî."
 
MA / Can Kirbaş