AGIRÎ - Hatîce Şengul, hevjîna girtiyê nexweş Îbrahîm Şengul bal kişand ser rewşa hevjînê xwe û hemû girtiyên nexweş û got: "Edî em naxwazin li ber deriyê girtîgehan bin. Em aştiyê dixwazin."
Pêşniyarqanûna bi navê "Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ku wekî gaveke destpêkê ya dewletê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de dest pê kiribû tê dîtin, di 10'ê Tebaxê de bi piraniya dengan li Meclisê hat pejirandin. Digel ku nîqaşên der barê qanûnê de berdewam dikin, xizmên girtiyan ên ku hêviyên xwe ji bo pêvajoyê anîn ziman, ligel daxwazên xwe yên ji bo aştî û demokrasiyê, daxwaza dadê jî dikin.
Bayram Şengul (75), girtiyekî ku bi giranî nexweş e, di Kanûna 2020'î de hatibû binçavkirin û girtin û ji wê demê ve di girtîgehê de ye. Şengul, ê ku li girtîgeheke Edirneyê dihat girtin, bo Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Beşîkduzuyê ya Trabzonê hat veguhastin. Dayika Aştiyê Hatice Şengul, ya ku li Agiriyê dijî, diyar kir ku ji ber dûrahiya rê, bi salan e nikare serdana hevjînê xwe bike. Wê behsa zehmetiyên giran ên aborî yên ku rûbirûyê wan dibin û her wiha zehmetiyên ji ber temenê xwe yê mezin û pirsgirêkên tenduristiyê kir.
Hatice Şengulê bal kişand ser wan pirsgirêkên ku ji ber girtina hevjînê wê li girtîgehên bajarên dûr derdikevin holê û got: "Ji ber tengasiyên darayî, ez tenê dikarim salê carekê biçim serdana hevjînê xwe." Hatîce Şengulê her wiha da zanîn ku di dema serdanên girtîgehê de ew rastî binpêkirinên din ên mafan jî tên û wiha lê zêde kir: "Dema em dikevin girtîgehê, her tişt tê lêkolînkirin; heta pêçika (bezê) neviyê min ê pitik jî. Em ji deh xalên kontrolê yên ewlehiyê yên cuda derbas dibin. Êdî em naxwazin li ber deriyên girtîgehan li bendê bimînin. Em aştiyê dixwazin. Em Dayikên Aştiyê ne. Em hemû yek in."
Hatîce Şengulê bal kişand ser wê yekê ku Kurd li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê têdikoşin û got: "Em vê zilmê qebûl nakin. Hevjînê min 75 salî ye; tansiyona bilind pê re heye û ji çavê xwe nerihet e. Pêdiviya wî bi emeliyatê heye. Tenê hevjînê min nîne; gelek hevalên me jî mîna wî di girtîgehê de ne."
Hatîce Şengulê anî ziman ku ew der barê qanûna çarçoveyê de bi hêvî ne û wiha got: "Kesên ku ji hevjînê min mezintir in jî di girtîgehê de hene. Ez dixwazim hemû girtî vegerin malên xwe. Hevjînê min siyaset kir. Abdullah Ocalan jî siyaset kir. Ez dixwazim ew jî vegere. Gelo heger Abdullah Ocalan ji girtîgehê were berdan, dê tiştekî xirab be? Ew behsa qencî û azadiyê dike. Bila êdî xwîn neyê rijandin. Hêviyên me yên mezin ji vê yasaya ku ji Parlamentoyê derbas bûye hene. Em dixwazin hevalên me yên li çiyê, yên li Ewropayê û yên di zindanan de vegerin û azadiya xwe bi dest bixin. Heger Abdullah Ocalan siyasetê neke, heger Selahattîn Demîrtaş dernekeve û siyasetê neke û heger kesên li çiyê û Ewropayê neyên û neaxivin, ev yasa çawa dikare were qebûlkirin? Em dixwazin dayik êdî negirîn û ciwanên me êdî nemirin."
MA / Serkan Satilmiş