Kolber Mûsa Zîbapûr hat qetilkirin
- Rojhilata Navîn
- |
- 14 Tebax 2026 09:25
- |
NAVENDA NÛÇEYAN- Kolber Mûsa Zîbapûr ê xwest sînorê Banê derbas bike, ji aliyê leşkerên Îranê ve hat qetilkirin.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin, li bajarê Bane yê Rojhilatê kolber Mûsa Zîbapûr ê xwest sînor der bas bike, ji aliyê leşkerên Îranê ve hatiye kuştin. Li gor îfadeyên şahidan, Zîbapûr di 13'ê Tebaxê saet li dora 16.00'an hewl daye sînor derbas bike û gotin ku leşkerên Îranê bêyî ku hişyar bikin çek teqandine. Hat diyarkirin cenazeyê Zîbapûr radestî malbatê nehatiye kirin. Hat hînkirin ku Zîbapûr ê ji Pîranşarê zewicandî bûye û bavê 3 zarokan bûye.