Xwestin girtiyên nexweş ên rewşa wan giran bên berdan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li İzmir û Stenbolê îşaret bi rewşa girtiyên nexweş Hayrettîn Adak, Hamdûllah Aydemîr û Kendal Barût hat kirin û banga serbestberdana wan hat kirin.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li İzmir û Stenbolê û li Enqereyê jî Înîsyatîfa Azadî Ji Girtiyên Nexweş re çalakiyên xwe yên heftane yên ji bo girtiyên nexweş domandin.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya “Rûniştina Fyê” ya 750'emîn a du hefteyan carekê tê pêkanîn, li pêşiya avahiya komeleya xwe ya li navçeya Beyoglûyê li dar xist. Aktivîstên mafên mirovan, malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl tev li çalakiyê bûn. Parêzvanên mafên mirovan di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Hamdullah Aydemîr ê ku hê di Girtîgeha Tîpa T a Ercişê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankertên “Dermankirin maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Hamdullah Aydemîr bê berdan” hatin vekirin û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin. Metna daxuyaniyê Hevseroka Giştî ya ÎHDê Oya Ersoy xwend.
Oya Ersoy di hefteya 750'emîn a çalakiyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hamdullah Aydemîr ê ji sedî 92 astengdar û wiha axivî: “Hamdullah Aydemîr nexweşê pençeşerê ye. Bi sedema pençeşerê rewşa wî her ku diçe giran dibe. Tevî ku cezaya wî xelas bibe jî nayê berdan. Hamdullah Aydemîr ji sala 2015'an ve girtî ye. Li gorî agahiyên malbatê dane, berî ku Hamdullah bê girtin tu nexweşiyên wî yên giran tunebûn. Piştî sala 2019'an nexweşiyên wî dest pê kirin. Lê wê demê wî nebirin nexweşxaneyê. Heta ku Hamdullah Aydemîr birin nexweşxaneyê, pençeşera wî hatibû asta 4emîn. Di sala 2024'an de ameliyat bû lê rewşa wî hê jî nebaş e. Piştî rewşa wî giran bû di Nîsana 2025an de hate berdan û dest bi tedawiya wî hate girtin lê 2026an dîsa hate girtin. Birayê wî anî ziman ku ew çûne serdana birayê xwe û dîtine ku rewşa wî nebaş e. Daxwaza malbatê û ya me ew e ku Hamdullah Aydemîr demildest bê berdan.”
Bi dawîbûna daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.
ÎZMÎR
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya rûniştinê ya ku du hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbanka Kevn a Konakê domand. Di daxuyaniyê de pankarta “Nexweşên girtî dimirin, bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûc” hat vekirin û nûnerên partiyên siyasî û saziyan ên li bajêr û gelek welatî beşdar bûn. Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê Rodî Polat metna daxuyaniyê xwend.
Rodî Polat da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Hayrettiîn Adak şopandineke tibî ya bi rêkûpêk û pir-alî pêwîst dike û da zanîn ku nexweşiya Hepatît B ya Hayrettîn Adak heye. Rodî Polat diyar kir ku ji ber qutbûna girêka xaçê ya li ser lingê wî jî pêdiviya wî bi dermankirinê heye û got: “Tê fêmkirin ku pirsgirêkên wî yên alerjî û çerm berdewam dikin. her wiha di muayene û lêkolînên hatine kirin de derket holê ku pêwîstiya wan bi şopandina ji aliyê pergala gera xwînê ve heye hatine tespîtkirin. Tevî vê yekê jî tê gotin ku pirsgirêkên tenduristiyê yên heyî ne di çarçoveyek pergala dermankirinê ya giştî û bi rêkûpêk de tên girtin. Nexweşiya Hepatît B, nirxandina bijîşkê pispor a bi rêkûpêk û şopandineke tibî ya bi berdewamî dixwaze. Lêbelê li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Hayrettîn Adak di vê çarçoveyê de bi rêkûpêk nagihîje şopandina bijîşkê pispor a pêwîst; pêvajoya dermankirinê bi awayekî bi rêkûpêk û di çarçoveyeke giştî de nayê birêvebirin. Tê îdiakirin ku li Girtîgeha Tîpa S a Çarşambayê xizmetên tenduristiyê bi piranî bi rêya revîrê tên meşandin, muayene piranî ji hêla bijîşkên cuda ve tên kirin û ji ber vê yekê jî dîroka nexweşiyê bi awayekî giştî nayê nirxandin. Muayeneyên demkurt ên ku ji aliyê bijîşkên ku bi berdewamî diguhere ve tên kirin, bi taybetî şopandina bi rêkûpêk a nexweşiyên kronîk û bi cih anîna plana dermankirinê ya bi îstîqrar zehmet dike.”
Di dawiya axaftina xwe de Rodî Polat diyar kir ku divê ji aliyê nexweşiya Hepatît B ve nirxandina bijîşkê pispor a pêwîst ji bo Hayrettin Adak bê kirin û wiha derbirî: “Divê dermankirina pêwîst bêyî derengî dest pê bike û planeke şopandina bi rêkûpêk bê avakirin. Divê têkildarî qutbûna girêka xaçê ya li ser lingê wî nirxandina pêwîst bê kirin; eger pêwîst be bila pêvajoya dermankirinê tevî emeliyatê bê derengî bê plankirin. Şert û mercên hawîrdorê yên ku tê gotin pirsgirêkên alerjî û çerm giran dikin divê werin başkirin; divê şert û mercên rûniştinê yên li gorî rewşa tenduristiya kesî werin pêşkêşkirin. Xizmetên revîrê divê bi pergaleke şopandinê ya bi rêkûpêk û giştî ya ku dîroka tibî ya nexweş esas digire ve werin meşandin; şandinên bijîşkên pispor, lêkolîn û kontrolên nexweşxaneyê yên pêwîst divê bê derengî bên pêkanîn. Em bang li saziyên têkildar dikin ku bi berçavgirtina rewşa tenduristiyê ya Hayrettîn Adak, pêvajoyên nirxandin, dermankirin û şopandinê yên pêwîst bê derengî peyda bikin; erkên xwe yên li hemberî parastina bi bandor a mafê tenduristiyê bi cih bînin.”
ENQERE
Înîsyatîfa Azadî Ji Girtiyên Nexweş Re, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di çalakiya xwe ya 622'yemîn de li Qada Sakaryayê ya li Kizilayê kom bû. Endamên înîsytaîfê, vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Kendal Barût ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Sûlûca ya Edeneyê.
Hevserokê Şaxa ÎHD a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci, diyar kir ku rewşa Barût ê ji 16'ê Gulana 2021'ê ve girtî her diçe xirab dibe û got ku ji ber di wext de mudaxile nehatiye kirin çavê wî yê çepê kor bûye.
Yazmaci diyar kir ku ji ber perçeyên şerapnelê yên di serê Barût de pêdiviya wî bi bi awayekî birûkêpêk bi norolojiyê û şopandina çavan heye û got ku niha Barût bi xetereya ku çavê wî yê din jî kor bibe rû bi rû bimîne.
Yazmaci destnîşan kir ku Barûtê ji ber ferzkirina lêgerîna li hundirê dev qebûl nake dermankirina wî tê astengkirin û xwest ku di şert û mercên baş de bê dermankirin.