Baroya Wanê: Ji bo tespîtkirina sedema mirinê Rojîn Kabaîşê me selêdan kir

Parve bike:

WAN - Navenda Mafên Jinan a Baroya Baroya Wanê têkildarî mirina bi guman a Rojîn Kabaîşê daxuyaniyek da û ragihand ji bo tespîtkirina sedema mirinê daxwaza vekirina gora Rojîn Kabaîş kirî.

 
Komîsyona Şopandina Doza Rojîn Kabaîş a ku ji aliyê Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Şaxa OHD’ê ya Wanê, Komeleya Jinan a Starê û ÎHAMED’ê ve hatiye avakirin, têkildarî mirina bi guman a xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku di 27’ê Îlona 2024’an de winda bibû û di 15’ê Cotmeha 2024’an de laşê wê li qiraxa Gola Wanê hatibû dîtin, daxuyaniyek da. Baroyê agahiyên dawî yên di dosyaya lêpirsînê de bi raya giştî re parve kirin.
 
Daxuyanî ji aliyê cîgirê Seroka Baroya Wanê parêzer Jiyan Ozkaplan ve hat xwendin. Di daxuyaniya Baroyê de hat diyarkirin ku di rojên destpêkê de lêpirsîn tenê li ser îhtîmala ‘întîharê’ hatiye kirin û li herêmeke teng lêgerîn bûye û ev yek got: “Bi hewldanên baroyê dozgerekî duyemîn ji dosyayê re hatiye wezîfedarkirin û lêpirsîn ber bi îhtîmalên din ên bi guman ve hatiye berfirehkirin.”
 
PÊVAJOYA OTOPSIYÊ
 
Baroyê bal kişand ser rapora Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê (ATK) û xalên girîng ên di raporê de û wiha rêz kirin: “Di rapora ATK’ê de, li ser hestiyê sîngê (sternum) û di herêma intravajînal a Rojîn Kabaîş de profîla DNA’yê ya du mêrên cuda hatiye tespîtkirin. Li ser vê yekê me daxwaz kir ku îhtîmala ‘bulaşê’ bi rêbaza zanistî bê lêkolînkirin. Her wiha me daxwaz kir ku nimûneyên DNA’yê ji xebatkarên ku laşê wê hilgirtine, peywirdarên otopsiyê, cerdevanên taybet ên zanîngehê û hemû xebatkarên nêr ên wargeha KYK’ê ya ku di wê demê de wezîfedar bûn bên girtin û rûbirûkirin.”
 
Baroyê diyar kir ku ji ber derengxistina raporan û lihevnekirina daxuyaniyên serdozgeriyê yên li ser herêmên DNA’yê, wan li dijî berpirsên ATK’ê bi hinceta ‘veşartina delîlan’ serlêdana sûc kiriye.
 
‘SEDEMÊ MIRINÊ WEK XENIQÎNA DI AVÊ DE HATÎ TOMARKIRIN’
 
Di daxuyaniyê de derbarê raporên li ser sedema mirina Rojîn Kabaîş de agahiyên balkêş hatin parvekirin: “Her çend di pişikên Rojîn Kabaîş de av nehatibe dîtin jî, sedema mirina wê wekî ‘xeniqîna di avê de’ hatiye tomarkirin. Li ser vê yekê me daxwaz kir ku fethî qebr (vekirina gorê) di nav de hemû rêbaz bên bikaranîn û ‘Testa Diatomê’ bê kirin da ku bi awayekî teqez diyar bibe ka ava ku wê nefes pê girtiye ava Gola Wanê ye yan na.”
 
LÊPIRSÎNA DER HEQÊ REKTORIYÊ DE
 
Baroyê di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku şîfreya telefona Rojîn Kabaîş hîn jî nehatiye vekirin û ji bo vê daxwaza alîkariya teknolojîk a navneteweyî kirine. Her wiha hat ragihandin ku ji ber zafiyeta ewlehiyê ya di nav kampusê de û dereng agahdarkirina malbatê, li ser serlêdana wan li dijî Rektoriya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê û rêveberiya wargehê lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin.
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ HETA DAWIYÊ BIDOMÎNIN’
 
Baroya Wanê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Zêdebûna mirinên bi guman ên jinan û cînayetên li Tirkiyeyê, me neçar dike ku em van pêvajoyan bi awayekî çalak bişopînin. Wekî Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, em ê li dijî polîtîkayên bêcezatiyê têkoşîna xwe ya hiqûqî ya ji bo Rojîn û hemû jinan heta dawiyê bidomînin.”