Hejmara kesên di erdhejên Venezuelayê de mirin bû 4 hezar û 118
- Cîhan
- |
- 11 Tîrmeh 2026 09:42
- |
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Venezûelayê, hejmara kesên di du erdhejên li pey hev çêbûn de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 4 hezar û 118'an.
Li Venezûelayê di 24'ê Hezîranê de du erdhej çêbûn. Hejmara kesên ku di her du erdhejan de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 4 hezar û 118'an. Serokê Meclisa Neteweyî ya Venezûelayê Jorge Rodrîguez, li ser hesabê xwe yê X'ê ragihand ku 229 kesên din jî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û hejmara miriyan bûye 4 hezar û 118 û ya birîndaran 16 hezar û 740 e.