ENQERE - Mesut Yurtsever ê ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê nameyek şand, bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê û ragihand ku berdana girtiyên bi navê Omer Okul û Huseyin Yildirim ku 32 sal in girtî ne, hatiye astengkirin.
Girtiyê nexweş Mesut Yurtsever ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Boluyê tê girtin, di nameyekê de ku ji bo parêzvana mafên mirovan Nuray Çevirmen Aykolê re şand, bal kişand ser binpêkirinên mafan ku ew pê re rû bi rû dimînin.
Di nameya xwe de, Yurtsever ragihand ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê polîtîkaya xwe ya astengkirina berdanên li ser bingeha keyfî didomîne. Wî destnîşan kir ku berdana Omer Okul ku 32 sal in girtî ye, di 24'ê Hezîranê de careke din ji bo 6 mehan hatiye astengkirin û berdana Huseyin Yildirim ku ew jî 32 sal in girtî ye, di 17'ê Hezîranê de bi heman rengî ji bo 3 mehan ji ber sedemên keyfî hatiye astengkirin.
'KOVARA Û NAMEYÊN KURDÎ NADIN'
Yurtsever di nameya xwe de her wiha diyar kir ku ew nikarin bigihîjin dezgehên medyayê, bi taybetî weşanên bi zimanê Kurdî. Yurtsever got: "Her çend rêzikname tune bin ku kovarên Kurdî qedexe bikin jî, lê em nikarin xwe bigihînin wan. Her çend rêveberiya girtîgehê xwe li pişt rêziknameyan vedişêre jî, diyar e ku sedema rastîn ev nîne. Bi heman awayî, di salek an du salên borî de, wan şandina nameyên me yên bi Kurdî rawestandine û 'nebûna wergêran' wekî sedem nîşan dane. Tevî ku bi dehan daxwazname ji Wezaretê re der barê vê mijarê de hatine şandin jî, pirsgirêk hîn jî çareser nebûye."
'ANKETÊ ÇÊDIKIN LÊ KANALÊN LI GOR XWE VEDIKIN'
Yurtsever destnîşan kir ku anketên der barê kanalên televîzyonê de tên kirin lê di dawiyê de kanal li gorî biryara keyfî ya rêveberiyê tên hilbijartin û di nameya xwe de ev tişt gotin: "Di destpêka her salê de, navnîşek kanalên televîzyonê tê pêşkêşkirin û anketek bi awayekî eşkere tê kirin. Em wê tijî dikin û pêşkêş dikin. Lê dîsa jî, ew gelek kanalên ku em naxwazin çalak dikin, lê kanalên ku hema hema em hemû wan dixwazin peyda nakin. Wekî din, her çend ew van kanalan di anketa navnîşên ku wan bi xwe amade kiriye de digirin jî, ew bi rastî wan peyda nakin. Ew kanalên ku daxwaza wan tune çalak dikin û dûv re jî qala 'demokrasiyê' dikin."
Li gorî agahiyên ku ji hêla parêzeran ve hatine dayîn, Yildirim û Okul li dijî biryara ku rê li ber berdana wan digire îtîraz kirine. Hat ragihandin ku îtîraza ku ji hêla girtî Huseyin Yildirim ve hatiye kirin hatiye red kirin, lê ya Okul hê bi encam nebûye.
MA / Sema Bîngol