AMED - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), “Rapora Çavdêriyê ya Pêvajoya Aştiyê” ya 21 mehên dawî bi raya giştî re parve kir û ji bo aşiya mayinde gavên pêwîst destnîşan kir.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), “Rapora Çavdêriyê ya Pêvajoya Aştiyê” ku ji 21 mehên dawî pêk tê bi daxuyaniyekê li avahiya Baroya Amedê bi raya giştî re parve kir. Endam û rêveberên ÎHD’ê tev li civînê bûn. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Cîhan Aydın, beriya ragihandina raporê axivî. Cîhan Aydin, destnîşan kir ku wekî aliyê sêyem û çavdêr berpirsiyariyeke wan a dîrokî heye û got: “Di 11’ê Tîrmeha 2025’an de, li başûrê Kurdistanê merasîmeke çek berdanê ya sembolîk pêk hat. Û hêzên çekdar ên ku tev li vê merasîma çek berdanê bûn, lîsteya envanteran amade kirin. Ew lîsteya envanteran radestî nûnerên Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê(OHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ( TÎHV) kirin. Ji ber vê yekê, me ji bo amade kirina raporekê xwe berpirsiyar dît. Ev berpirsyarî, berpirsyariyeke mirovî û wîjdanî ye.”
Rapora Çavderiya Pêvajoya Aştiyê (Cotmeh 2024 – Tîrmeh 2026) ku Cîhan Aydin xwend, bi vî rengî ye:
“Rapor ji çar beşên sereke, pêşniyarên polîtîkayan û kronolojiyeke berfireh a 21 mehan pêk tê.
* Serdema 1’em (Cotmeh 2024 – Sibat 2025): Destpêk û amadekirina civakê.
* Serdema 2’yem (Adar – Tîrmeh 2025): Banga Abdullah Ocalan (27’ê Sibatê), biryara PKK'ê ya dawîanîna li şer (12’ê Gulanê) û merasîma şewitandina çekan (11’ê Tîrmehê).
* Serdema 3’yem (Tebax 2025 – Sibat 2026): Komisyona Meclîsê û Rapora Meclîsê ya 18’ê Sibatê.
* Serdema 4’em (Sibat – Hezîran 2026): Bendemayîna qanûna çarçoveyê, xetimîn û rawestana pêvajoyê.
RAPORA KOMISYONA MECLISÊ
Komisyona Meclîsê bi 51 endam, 21 rûniştin û guhdarîkirina 135 kesan pêk hat. Rapora dawî ya 107 rûpelî bi piranî hate qebûlkirin, lê şerhên DEM Partî û HUDA PAR’ê nîşan didin ku lihevkirineke tam çênebûye.
Di raporan de du nêzîkayiyên sereke derketin pêş:
Ya yekem nêzikatiya dewletê ye ku pirsgirêkê di çarçoveya ‘teror û ewlehiyê’ de dinirxîne, ya duyem jî nêzikatiya maf û nasnameyê ye ku pirsgirêkê di çarçoveya ‘pirsgirêka Kurdan’ dinirxîne û daxwaza reforman dike.
Beşdarên komîsyonê li ser serweriya hiqûqê, wekhevî û azadiyê li hev kir, lê cih nedana jinan û ciwanan û kesên rasterast şer tesîr li wan kiriye wekî kêmasiyeke mezin hate dîtin.
REWŞA DEMOKRASÎ Û MAFÊN MIROVAN
Rapor diyar dike ku her çend di sala 2025’an de şerê çekdarî bi dawî bibe jî, di warê demokrasî û mafan de paşveçûneke mezin çêbûye. Ev rewş di 6 xalan de xwe nîşan dide:
* Dadgerî ket bin kontrola hikûmetê; biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AİHM) nehatin bi cih anîn.
* Tayînkirina qeyiman li ser ji sedî 24ê nifûsê tesîr û mafê hilbijartinê nehat nas kirin.
* Rojnameger bi awayekî sîstematîk hatin girtin û cezakirin.
* Meşên aştiyane bi tundî hatin astengkirin (di çalakiyên Îmamoglû de hezar û 879 kes hatin binçavkirin.
* Jin û kesên LGBTIQ+ bûn armanc; piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê kuştina jinan zêde bûn.
* Kuştinên karkeran, îhmalkariyên fermî û tundiya hêzên ewlehiyê berdewam dikin.
Her çend fesixkirina PKK’ê û şewitandina çekan gaveke dîrokî be jî, bi bêdeng kirina çekan aştî nebû aşitiyeke domdar. Ji ber ku li aliyekî hewldan hebûn, li aliyê din jî qeyim, girtin û zext berdewam kirin. Her wiha, şertê dewletê yê ‘pêşî çekdanîn’ û daxwaza aliyê Kurd a ‘pêşî reform’ kir ku pêvajo bixetime. Nebûna çavdêriyeke serbixwe û bandora şerê Sûriyê jî ev qeyranên heyî hîn kûrtir kirin.
BANGA LI DEWLETÊ
* Divê ‘qanûna çarçoveyê’ bêyî derengketinê bê derxistin. Ev qanûn divê serastkirina hiqûqa înfazê û divê pîvanên navneteweyî bihewîne.
* Divê rola Meclisê bê herdemîkirin û saziyeke fermî ya koordînasyonê bê avakirin.
* Divê li pergala qeyiman bê anîn, şertên Rêkeftina Rêveberiyên Herêmî yên Ewropayê werin qebûlkirin û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê mîsogerkirin.
* Divê ji bo ronîkirina kuştinên kiryarên-nediyar ‘Komisyona Heqîqetê’ bê avakirin; pergala cerdevaniyê bê rakirin.
* Divê piştgirî ji saziyên navneteweyî bê xwestin.
BANGA LI CIVAKA SIVÎL
* Divê torên wekî ‘Tora Çavdêriya Aştiyê ya Sivîl’ bên ava kirin.
* Divê kêmasiyên tevlîbûnê (jin, ciwan, mexdûrên şer û dîaspora) werin çareserkirin.
* Divê aştî bi Enqereyê neyê sînordar kirin û li her derî hewldanên aştiyê bên xurtkirin.
ROLA ABDULLAH OCALAN
Abdullah Ocalan, rêberekî wisa ye ku dikare biryara çekdanînê bi hemû PKK’iyan bide qebûlkirin û ew di avakirina pêvajo û baweriyê de xwedî roleke krîtîk e. Herwiha ji bo ku aştî li ser kesan ava nebe, divê ev rol di nav çarçoveyeke hiqûqî, qanûnî û di bin sîwana Parlementoya Tirkiyeyê de bê birêvebirin.
Tirkiye bi fersenda herî mezin a aştiyê re rû bi rû ye. Lê serkeftina vê yekê ne tenê bi bêdengbûna çekan, bi bihêzbûna saziyên demokratîk, rûbirûbûna bi raboriyê re û derxistina ‘Qanûna Çarçoveyê’ pêkan e. Divê ew fersend neyê piştguh kirin.”