Çîgdem Kiliçgun Uçar şîna Çîçek ziyaret kir

Parve bike:
MÛŞ - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, şîna Halîl Çîçek ê ku di êrişa Îranê de jiyana xwe ji dest dabû, ziyaret kir. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, şîna Halîl Çîçek (Bawer Cûdî) yê ku di 28’ê Hezîranê de di êrişa rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest dabû, kir. Şîna ku li bajarokê Mexdî ya Mûşê hat danîn ji aliyê gelek kesan ve hat ziyaretkirin. Çîgdem Kiliçgun Uçar û şandeya pê re sersaxî ji malbatê re xwest.