Endamên malbata Şenyaşarê li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Parve bike:

RIHA – Hacî Esvet Şenyaşar û du kurên wî yên ku li Pirsûsê di encama êrişa endamên AKP'ê de hatin kuştin, li ser gorên xwe hatin bîranîn.

 
Hacî Esvet û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di êrişa parêzvan û xizmên endamê AKP'ê Îbrahîm Halil Yildiz de hatin kuştin, li ser gorên xwe hatin bîranîn. Malbata Şenyaşar, rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê û parlamenter Ferît Şenyaşar û Omer Ocalan beşdarî bîranînê bûn.
 
Bîranîn piştî xwendina duayan bi dawî bû.