Civakîbûna aştiyê hat nîqaşkirin

Parve bike:

STENBOL - Di axaftinên beşa "Civakîbûna Demokrasî û Aştiyê" de hat destnîşankirin ku aştî bi hevrebûna hemû derdorên civakî pêkan e. 

 
Konferansa ‘Di Sedsala Duyemîn de Veguherîna Demokratîk a Komarê’ de ku li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoya Stenbolê pêk tê, bi rûniştina pêncemîn a bi sernavê ‘Civakîbûna Demokrasiyê û Aştiyê’ berdewam dike. Moderatoriya rûniştinê Şebnem Korur Fîncanci kir. Di rûniştinê de destpêkê siyasetmedar Ahmet Faruk Unsal li ser mijara di Avakirina Aştiya Civakî de Tecrubeyên 2013-2015 û 2024an axivî. 
 
Unsal diyar kir ku li dijî avahiya komarê îtîrazên mezin hene û got: “Li dijî van îtîrazan komkujiyên mezin pêk hatin. Lê tevî komkujiyan jî komar ji aliyê civakê ve nehatiye qebûlkirin. Lewma hewcedarî bi veguherîneke demokratîk heye. Ev yek ji geşedanên herêmê ne cuda ye. Divê di serî de şert û mercên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye bên guhertin û bê berdan. Her wiha divê girtiyên siyasî werin berdan û biryarên wekî şewitandina înfazan bi dawî bibin da ku demokratîkbûyîn pêk were.”
 
AŞTÎ Û DEMOKRASÎ
 
Lêkolîner û siyasetmedar Yuksel Genç jî li ser mijara "Bingeha Civakî ya Aştiyê" axivî û destnîşan kir ku PKK pêvajoyê wekî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi nav dike, lê dewlet wekî “Tirkiyeyeke bêteror” pênase dike. Genç ev nirxandin kirin: “Ji ber ku gav nayên avêtin baweriya civakê qels dibe. Lê em tevî astengiyan jî dikarin aştiyê bi xwe ava bikin û xwe rêxistin bikin. Di vir de roleke mezin dikeve ser milê jin, ciwan û saziyên demokratîk.”
 
‘KOMARA HER KESÎ'
 
Di berdewamiya rûniştinê de Cemal Salman bal kişand ser cudakariya li dijî Elewiyan a di dîroka komarê de û xwest komar bibe komara hemû gelan. Akademîsyen Vahap Coşkun jî li ser pênaseya aştî û demokrasiyê axivî û got: “Demokrasî bêyî aştiyeke mayînde nepêkan e. Aştî û demokrasî hevdu xurt dikin.”