Li Helebê 2 zarokên ji Kobanê ji bo fîdyeyê hatin revandin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN – Komên çekdar du zarokên ji Kobaniyê, yek 9 salî û yê din 16 salî, li Helebê ji bo fîdyeyê revandin.

 
Li gorî nûçeyek ANHA'yê di 9'ê Hezîranê de, Elî Yasir Germiş (16) û birayê wî Abdullah Yasir Germiş (9) ên ji Kobanê, li bajarê Helebê yê Sûriyeyê ji aliyê komeke çekdar ve hatin revandin. Tê gotin ku her du zarok ku bi eslê xwe ji Kobanê ne lê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji dayik bûne, ligel xaltîka xwe û dapîra xwe hatine revandin. Piştî ku xaltîka wan û dapîra wan hatine berdan, zarok birine cihekî nediyar. Ji 9'ê Hezîranê ve cihê wan nayê zanîn û hatiye ragihandin ku tomarên dengê zarokan ku di bin îşkenceyê de hatine tomarkirin, ji malbatê re hatine şandin.
 
Kesên ku tomar şandine hezar dolar fîdye xwestine. Malbatan ji bo rizgarkirina zarokên xwe û cezakirina sûcdaran serî li çalakvanên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqê dan.