NAVENDA NÛÇEYAN- Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) di civîna xwe ya di navbera 9-11'ê Hezîranê de biryarên DMME'yê yên der barê Demirtaş û Kavala de nirxand. Komîteyê daxwaza xwe ya ji bo serbestberdana tavilê ya Demirtaş û Kavala dubare kir.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) di navbera 9-11'ê Hezîranê de li Strasbourgê civîna xwe ya 1563'yemîn a li ser Mafên Mirovan (Droits de l'Homme) li dar xist. Civînê ku cezayên têkildarî biryarên DMME'yê yên ku li 24 welatan ku Tirkiye jî di nav de, nehatine bicîhanîn nîqaş kir. Her wiha biryarên "serbestberdana tavilê" yên der barê Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala yên nehatine bicîhanîn jî nîqaş kir. Di biryaran de daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo serbestberdana tavilê ya Demirtaş, Fîgen Yuksekdag û Kavala hat dubarekirin.
Biryara doza Selahattîn Demîrtaş (Hejmar 4) destnîşan dike ku Demirtaş û Figen Yuksekdag ên ji sala 2016'an vir ve girtî ne û diyar dike ku wê demê endamên meclisê bûne û "bêyî delîlên ku gumanên maqûl piştgirî bikin" ji bo kirina sûcekî hatine binçavkirin û girtina wan "armanceke din" dihewîne. Di belgeyê de wiha hat gotin: "Biryara dawî ya Selahattin Demîrtaş (Hejmar 4) helwesta Komîteyê piştrast dike; ew dubare dikin ku bingeha delîlan a ku dadgehên navxweyî pê ve girêdayî ne ji bo rewakirina girtina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag Şenoglûyê ne bes in û motîvasyona siyasî ya bingehîn hîn jî heye."
BERPIRSIYARIYA BÊŞERT
Biryarê careke din banga "serbestberdana tavilê ya Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag Şenoglûyê bi hemû rêbazên berdest misoger bike" li rayedaran kir û pêkanîna biryarên DMME'yê bi bîra dewletên endam xist.
Di biryarê de wiha hat gotin: "Wan fikarên xwe yên kûr li ser nebûna pêşketinê ji aliyê Dadgeha Destura Bingehîn û Dadgeha Îstînafê ya Herêmî ve di biryardana li ser giliyên Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag Şenoglûyê de anîn ziman; ji ber vê yekê, wan bi tundî destnîşan kir ku ji bo Dadgeha Îstînafê ya Herêmî û Dadgeha Destura Bingehîn pêwîstiyeke eşkere û lezgîn e ku giliyên serlêderan bêyî derengmayîn li gorî tespîtên dadgehê esas bên girtin."
Di biryarê de ku ji bo kesên wê demê hatine girtin û paşê serbest hatine berdan "kêfxweşî" hatiye bilêvkirin, ji bo parlamentera HDP'ê ya wê demê Bûrcû Çelîk Ozkanê jî hat destnîşankirin ku divê bê tespîtkirin ka mafê wê yê hilbijartinê heye yan na û hemû dozên ceza yên li kesên serlêdan kirine hatine vekirin bên çareserkirin.
Di dawiya biryarê de hat destnîşan kir ku tedbîrên takekesî yên daxwazkirî dê di civîna 1569'an de ku dê di Îlonê de bê lidarxistin werin nirxandin.
BIRYARA OSMAN KAVALA
Di biryara der barê Osman Kavala de ku ji sala 2017'an vir ve di girtîgehê de ye, biryarên berê hatin bibîrxistin û hat diyarkirin ku endaman "xemgîniya xwe ya kûr" der barê girtina berdewam a Kavala û nebicîhanîna biryarên DMME'yê de anîne ziman.
Di biryarê de hat diyarkirin ku endaman "dubare kirin ku bicîhanîna biryarên dadgehê berpirsiyariyeke hevpar a hemû rayedaran e û biryarên berê yên der barê çareseriyên hiqûqî yên berdest de bi bîr anîn û careke din bi tundî ji hemû rayedarên Tirkiyeyê xwestin ku bi girîngî hewldanên xwe bilezînin û bi bikaranîna hemû rêbazên berdest di misogerkirina serbestberdana tavilê ya serlêder de pêşveçûneke berbiçav bikin."
'MAFÊ HÊVÎYÊ' NE DI ROJEVÊ DE BÛ
Komîteyê ku di civîna 15-17'ê Îlona 2025'an de doza bi navê "Koma Gurban" a ku Abdullah Ocalan jî di nav de nîqaş kiribû, bang li Tirkiyeyê kiribû ku der barê biryaran de gavên tavilê bavêje û heta Hezîrana 2026'an agahî xwest.
Di vê civînê de, komîteyê "mafê hêviyê" nexist rojeva xwe, tenê pêşniyazên di biryarên Demîrtaş û Kavala de yên der barê komîsyona ku di Meclisê de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hat avakirin bi bîr xist û raporên birêkûpêk li ser tedbîrên ku di bersiva van pêşniyazan de hatine girtin an jî hatine plankirin xwest.
MA / Hîvda Çelebî