ÎZMÎR - Ji Komeleya Pêşî Zarok û Jin Parêzer Bariş Ozbay, diyara kir ku bi MESEM'ê karkeriya zarokan tê rewakirin û zarokên wekî hêz kr a erzan tên dîtin tên îstismarkirin.
Di 12'ê Hezîranê, Roja Cîhanî ya Dijî Karkeriya Zarokan de, li Tirkiyeyê, wekî li gelek deverên din, rewşa pirsgirêkên der barê keda zarokan de kûrtir dibe. Li gorî daneyên Meclisa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), di 12 salên dawî de li Tirkiyeyê herî kêm 764 zarokên karker di dema kar de jiyana xwe ji dest dane. Di salên dawî de, zarokên ku di çarçoveya Navendên Perwerdehiya Pîşeyî (MESEM) de dixebitin rastî muameleya xirab û îstîsmarê hatine.
Li gorî ÎSÎG'ê, keda zarokan ligel pirsgirêkên gihîştina perwerdehiyê kûrtir dibe û zarok hem rastî îstîsmara kedê û hem jî binpêkirina mafê wan ê jiyanê tên.
Ji Pêşî Zarok û Jin Parêzer Barîş Ozbay, li ser xizaniyê, nebûna çavdêriyê û pratîkên MESEM'ê axivî.
ÎSTISMARKIRINEKE GIRAN
Ozbay diyar kir ku ji ber MESEM (Navendên Perwerdehiya Pîşeyî) keda zarokan ji hêla polîtîkayên dewletê ve tê rewakirin û bi bîr xist ku di sala 2025'an de zêdetirî 80 zarok di MESEM'ê û qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane. Ozbay diyar kir ku rewş di salên dawî de veguheriye xaleke werçerxê ya cidî û got: "Keda zarokan niha gihîştiye asteke ciddî ya îstîsmarê. Ev pêvajo bi rêziknameyên qanûnî yên ku ji hêla dewletê ve hatine çêkirin tên rewakirin. Li gorî daneyên sînorkirî yên ku di destê me de, zêdetirî du hezar bûyer hene ku bûne sedema birîndarbûn û mirinê. Em bawer dikin ku wêneya rastîn pir xirabtir e. Piştgiriya qanûnî û siyasî ya MESEM'ê tê wateya rewakirina keda zarokan. Zarok di bin navê perwerdehiyê de di pîşesaziyên giran de têne xebitandin. Zarokên ku di înşaet û pîşesaziyê de dixebitin, bêyî tedbîrên tenduristî û ewlehiya kar ên pêwîst û bêyî çavdêriyekê, dibin qurbanê qezayên karî."
Ozbay diyar kir ku xizaniya zêde dibe sedema ku zarok bikevin nav hêza kar û got: "Karkeriya zarokan bi gotinên wekî 'Hûn karên malê dikin, hûn staja xwe temam dikin' tê îstismarkirin. Zarokên ku cara yekem di jiyana xwe de vî karî dikin, ji ber ku perwerdehiya pêwîst nadin wan, bi qezayên mirinê re rû bi rû dimînin. Mesrefa krîzê ji aliyê karker û feqîran ve tê dayîn. Karkeriya zarokan jî ji ber van polîtîkayan zêde dibe. Pêdiviya sermayeyê bi karkeriya erzan bi rêya zarokan tê peydakirin. Û mixabin, di dozên ku karkerên zarok jiyana xwe ji dest didin de lêpirsînên bibandor nayên kirin. Rêziknameyên qanûnî pir caran li gorî kardêran tên şîrovekirin. Mafê darizandineke adil, mafê parastinê û azadiya lêgerîna edaletê bi giranî tên binpêkirin."
Ozbay diyar kir ku mekanîzmayên berhevkirina daneyan li ser karkerên zarokan pir kêm in û got: "Ji ber ku di vî warî de avaniyeke pispor tune ye, em ji bo gihîştina wêneyê rastîn têdikoşin. Lêbelê, ne tenê berhevkirina daneyan, di heman demê de pêşxistina polîtîkayên pêşîlêgirtinê û berfirehkirina têkoşîna civakî jî pêwîst e. Ev mijar, li Tirkiyeyê ji ber gelek binpêkirinên mafên mirovan ên ku diqewimin tê paşguhkirin. Lêbelê, têkoşîneke rêxistinkirî, sazûmanî û bihêztir li dijî îstismara keda zarokan hewce ye. Ev mijar, ne tenê ji bo zarokan e, di heman demê de ji bo pêşeroja civakê jî pirsgirêk e."