Li Girtîgeha Wanê li girtiyan ferzkirina 'Hûn nikarin bi Kurdî biaxivine'

Parve bike:
 
 
 
WAN - Rêxistinên hiqûqê û mafên mirovan diyar kirin ku li girtîgehên Tîpa F û T yên Wanê, girtî bi ferzkirina "Hûn nikarin bi Kurdî biaxivin" re rû bi rû dimînin. 
 
Der barê zext, binpêkirinên mafên mirovan û pêkanînên keyfî yên li Girtîgehên Girtî yên Tîpa F û T yên Wanê de, li ber girtîgehê daxuyaniyek hat dayîn. Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Wanê Mahmut Dündar, piştî hevdîtina bi girtiyan û rêveberiya girtîgehê re daxuyanî dan.
 
Di daxuyaniyê de, Hevserokê Şaxa OHD a Wanê Hakan Bozkurt diyar kir ku girtî ji ber axaftina bi Kurdî bi êrişan re rû bi rû mane. Bozkurt got: "Di 13'ê Gulanê de, piştî serdanê, di navbera du girtiyan û gardiyanan de pirsgirêkek rû dide. Li ser mijara 'Hûn nikarin silavê bidin malbatên xwe' nîqaşek çêdibe û ji ber ku ew bi Kurdî diaxivîn, gardiyanan ji girtiyan re gotiye, 'Hûn nikarin bi Kurdî biaxivin.' Piştî serdanê, girtî bi lêgerînek neasayî re rû bi rû dimînin û wan got ku ji ber berteka li hember vê yekê gardiyanan êrişî wan kiriye. Piştre girtî birine odeya bisînger. Girtiyan got ku wan gilî kiriye û ew ê pêvajoyê bişopînin."
 
Hevserokê Şaxa ÎHD a Wanê Mehmet Salih Coşkûn der barê rewşa girtiyên jin ên ku nexweşiya tuberkulozê li wan peyda bûye de got: "Girtiyek ji ber ku testa wê pozîtîf derketiye, di hucreya yekkesî de tê girtin. Wê got ku dema li nexweşxaneyê kelepçekirî ye muayene lê hatiye kirin, ji ber vê yekê şert û mercên dermankirinê nayên peydakirin. Em Protokola Stenbolê tînin bîra her kesî û dibêjin ku em ê pêvajoyê bişopînin."
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar jî diyar kir ku wan neqanûnî ji rêveberiya girtîgehê re ragihandine. Dîndar got ku ew ê pêvajoyê bişopînin û got: "Lijneyên girtîgehan, divê bên betalkirin. Divê li gorî ruhê pêvajoya aştiyê tevbigerin."