Ji bo ronîkirina cînayetên kiryarnediyar pêşniyarqanûn da Meclisê
- Polîtîka
- |
- 18 Gulan 2026 15:24
- |
ENQERE - Wekîlê DEM Partiyê Serhat Eren, ji bo ronîkirina cînayetên kiryarnediyar pêşniyarqanûn da Meclisê û got: “Heta tarîtiya raboriyê neyê ronîkirin dê aştiyeke birûmet nebe.”
Wekîlê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Amedê Serhat Eren, têkildarî cînayetên kiryarnediyar, windakirinên bi darê zorê û betalkirina biryarên demborînê yên di sûcên li dijî mirovahiyê de pêşniyarqanûnek da serokatiya Meclisê. Di pêşniyarqanûnê de wiha hate gotin: “Bi taybet jî di salên 1990’î de cînayetên kiryarnediyar ên girêdayî JÎTEM’ê, windakirinên bi darê zorê û binpêkirinên sîstematîk, bi biryarên demborînê yan jî beraetê biencam dibin. Dozên weke Kerboran, Cizîr, Qoser û Geverê bi necezakirinê encam bûn. Sepana demborînê ya di sûcên li dijî mirovahiyê de, tê wê wateyê ku hiqûq ji bo sûcdaran weke mertalek tê bikaranîn û sûcên dewletê bên parastin. Lewma jî necezakirin, mezintirîn gefa otorîterbûna roja me ye. Heta tarîtiya raboriyê neyê ronîkirin dê aştiyeke birûmet çênebe.”
Di berdewamê de hate gotin ku ji salên 1980’an ve binpêkirinên giran ên mafên mirovan hatine kirin û wiha hate gotin: “Divê ev binpêkirin bên lêkolînkirin. Divê sûcê windakirina bi darê zorê li TCK’ê bê zêdekirin, di vê mijarê de sepana demborînê ji holê were rakirin, daxwazên malbatên mexdûran û civakê ya ji bo heqîqet û edaletê bên cîbicîkirin û Komîsyona Hevrûbûn û Heqîqetê bê avakirin.”