Bakirhan: Gulistan Doku pirseke bêbersiv e

Parve bike:

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îşaret bi dosyeya Gulistan Dokuyê kir û got: “Gulistan ne şexsek e, pirsek e. Ev 6 sal in ev pirs ji wijdana vî welatî tê pirsîn û pirseke bêbersiv e.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di civîna heftane ya koma partiya xwe de li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Bakirhan, ji ber lehiya li Sêrtê rabûye silametî ji bo xelkê Sêrtê xwest û ji bo heqê zirara welatiyan were dayin bang li rayedaran kir. 
 
'DIVÊ MADENVAN DEMILDEST BÊN BERDAN’ 
 
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser madenvanên li pêşiya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî hatine binçavkirin û got: “Karkerên di Madenvaniya Dorukê de dixebitin, bi mehaye ji bo heqdestê xwe di rêyan de ne. Ji bo heqê xwe bistînin rêyeke dirêj meşiyan û hatin Enqereyê. Dixwazin li pêşiya wezaretê dengê xwe bidin bihîstin. Lêbelê 110 ji wan hatin binçavkirin. Divê karker demildest werin berdan û Madenvaniya Dorukê heqê wan bidetê. Dixwazim piştgiriya xwe ya bi karkeran careke din bînim ziman.” 
 
'BERPIRSYARTIYÊ DIXE SER MILÊ ME TEVAN’
 
Di berdewamê de Bakirhan têkildarî êrişên li dijî dibistanên Sêwereg û Mereşê axivî û ev tişt anî ziman: “Ne tenê weke siyasetmedarekî lê wekî bavekî dibêjim; yek ji wan milyonan dayik û bava me ku serê sibehê zarokê xwe dişînim dibistanê û êvarê li benda vegera wan im. Em tevek dizanin ku ka li bendê mayin tiştekî çawa ye. Em gelek xemgîn in, em di şînê de e. Sersaxiyê bo malbatên wan zarok û mamosteyan dixwazim û silametiyê ji bo birîndaran jî dixwazim. Tiştên qewimîn, encama hêrsa şexsî û civakî, bêçaretî û tenêhiştina bi sala ye didome ye.” 
 
EM DAXWAZA PERWERDEYA ZANISTÎ YA BÊPERE A BI ZIMANÊ DAYIKÊ DIKIN 
 
Di berdewama axaftina xwe de Bakirhan ev tişt anî ziman. “Zarok, veguherîne pêlîstokên pergala perwerdeyê. Her sal mufedateke nû û her mufredat jî ji ya berê xerabtir e. Pergala perwerdeyê, fikra rexneyî tune kir. Nav guherîn, mufredat guherîn lê belê aqilê dewletê yê ku perwerdeyê weke teşedayîna civakê dibîne neguherî. Hewl didin bi rêya perwerdeyê teşe bidin civakê. Divê êdî îktîdar dev ji lîstina bi qada perwerdeyê û avakirina hegemonyaya îdeolojîk berde. Weke DEM Partiyê em daxwaza perwerdeya biqelîte ya cemaweriyê dikin. Ne ya îdeolojîk, em perwerdeya zanistî ya bêpere ya bi zimanê dayikê daxwaz dikin.” 
 
‘EM NIZANIN KA BI ÇEND MILYON KESAN RE ÇEK HEYE’
 
Bakirhan, got ku yek ji pirsgirêka din a dijîn jî pirsgirêka biçekbûnê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tê texmînkirin ku li Tirkiyeyê dora 10-30 milyon çekên bêrûxset hene. Em nizanin ka bi çend milyon kesan re çek hene. Her ku diçe civak bêhtir çekan digire û girêdayî vê bêhtir bêewle dibe. Li gorî daneyên Wezareta Dadê; di sala 2024'an de 11 hezar zarokan sûcê bi çekan û kêran kiriye. Di sala 2025’an de ev hejmar derketiye 13 hezaran. Anku roj bi roj zêde dibe. 
 
BERPIRSYARÊ VÊ REWŞÊ ÎKTÎDAR E 
 
Berpiryarê ewil ê vê rewşê îktîdar e. Ev 24 sal in ew vî welatî birêve dibin. Bi ser nixûmandina pirsgirêkan ve ew pirsgirêk çareser nabin. Li gelek welatan dema trajediyên wiha çêdibin berpirsyar hesabê didin. Binêrin, di sala 2023’yan de li Sirbistanê di dibistaneke seretayî de 8 xwendekar û peywirdarekî ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan. Çi bû? Wezîrê Perwerdeya Neteweyî îstîfa kir. Li Urdunê jî di sala 2018’an de êriş çêbû û wezîrê wan îstîfa kir. 
 
Baş e lê li Tirkiyeyê çi dibe? Di erdhejê de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan lê tu kesekî îstîfa nekir. Her roj kedkarên madenê jiyana xwe ji dest didin lê kesek îstîfa nake. Hotêleke diviyabû rûxset nehata dayin rûxset hatiye dayin û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane lê kesekî îstîfa nekiriye. Li dibistanan zarok û mamoste tên qetilkirin lê kesek îstîfa nake. 
 
DIVÊ YÛSÛF TEKÎN ÎSTÎFA BIKE
 
Hewceye Wezîrê Perwerdeyê Yûsûf Tekîn berpirsyartiyê li xwe bigire û îstîfa bike. Divê îktîdar jî para xwe tê de bibîne û tişta pêwîst bike. Ev, berpirsyartiya li dijî civakê ye. Weke muxalefet divê em jî li xwe binêrin. Weke DEM Partiyê em soz didin ku ji bo pêşerojeke zarok tê de neyên qetilkirin û bi ewle bijîn, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. 
 
YEK JI SEDEMÊN HERÎ GIRAN JÎ CÎNAYETÊN JINAN E 
 
Niha li pêşiya me yek ji rastiyên herî giran jî cînayetên jinan, mirinên bi guman ên jinan û jinên bi darê zorê hatine windakirin e. Di vir de mesele ne tenê sûc e, her wiha em bi pergaleke ku bi sala ye sûc vedişêre, faîlan diparêze û lêgerîna edaletê mijûl dike re rû bi rû ne. Dosyeya xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Dokuyê ku ji sala 2020’an ve winda ye, piştî 6 salan dîsa hate vekirin. Geşedanên girîng hene. Gulistan ne şexsek e, pirsek e. Pirseke ku ev 6 sal in ji wijdana vî welatî tê pirsîn û pirseke bêbersiv e. Ev geşedan, di encama israra malbata wê, rêxistinên jinan û zexta raya giştî pêş ket. Ez silavên xwe ji wan tevekan re dişînim. 
 
PERGALA EDALETÊ 
 
Bûyera Gulistan Dokuyê, di mijara rêveçûna pergala edaletê de nîşaneyeke cidî ye. Di vir de hewceye waliyê berê ku qeyûm bû, siyasetmedar û kesên têkiliyên qan qirêj bi hêzên ewlekariyê re hene bi awayekî cidî bên nirxandin. Hem walî ye, hem qeyûm e û mûçeyeke zêde digire. Li navenda ciwanan a bajarekî ji bo kurê xwe odeyeke taybet vedike. Ser re BMW’yeke bi modela dawî dixe bin wî, ev çawa dibe? Em bi salan karker bûn. Ma bidestxistina van tiştan ewqas bi hêsan e? Ev jî têr nake, îcar bi canê gel re dilîze. Begefendî hatiye binçavkirin, 4 rojan ji dersên xwe bûye. Ev 7 sal in dixwîne, nekariye pola xwe derbas bike lê dibêjin ji ber 4 rojên binçavkirinê ji dersên xwe dibe. Îşala dê darazeke serbixwe û demokratîk hesabê Gulistanê ji wan bipirse. Ev, ji bo her kolana Tirkiyeyê veneguhere Susurlukê peywireke dîrokî ye. 
 
Ev peywir divê tenê bi Gulistan Dokuyê re bisînor nemîne; divê bi dozên Rojîn Kabaîş, Rojwelat Kizmaz, Rabîa Naz, Nadîra Kadîrova û Yeldana Karaman jî bidome. Dayika Gulistanê ji bavê Rojînê re digot ‘derê me yek e.’ Em jî dibêjin ku çav û guhê me dê li ser vê dozê be. 
 
HETA DEMOKRATÎKBÛN ÇÊNEBE DÊ ASAYÎBÛN ÇÊNEBE 
 
Heta demokratîkbûn çênebe dê asayîbûnek jî çênebe. Lewma em dibêjin asayîbûna demokratîk jehrkuja têkçûna civakî ye. Ji bo asayîbûna siyasî, hewceye em guh bidin dengê hemû derdorên hatine mexdûrkirin. 
 
BANGA 1’Ê GULANÊ
 
Em îro van dijîn lê bi hêviyeke mezin li ser pêya ne. Piştrast bin ku em ê van biguherînin. Heke hemû kesên xedr lê hatiye kirin milên xwe bidin hev, piştrast bin ku em ê bikarin her pirsgirêkê çareser bikin. Jixwe tişta herî zêde jê ditirsin jî ev hevgirtin û têkoşîna hevpar e. Îşala em ê vê jî bi ser bixin. Jinan di 8’ê Adarê de îradeya xwe ya azad û Kurdan jî di Newrozan de îradeya xwe ya aştiyê nîşan dan. Niha jî dora 1’ê Gulanê ye. Divê em karker, xizan, bindest û hemû kesên din ji bo heqê xweha eniya xwe li qadan biqîrin. Em banga daketina qadên 1’ê Gulanê li her kesî dikin. Bi van hestan dibêjim Bijî 1’ê Gulanê. 
 
EM PÊNÛSÊN KURD BI RÊZDARÎ Û MINET BI BÎR TÎNIN 
 
Sibe 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd e. Ji Mûsa Anter heta Gurbetellî Ersozê, ji Ferhat Tepe heta Hafiz Akdemîr, ji Nazim Daştan heta Cîhan Bîlgînê û Nagehan Akarselê, em hemû pênûsên Kurd ên heqîqet nivîsandin û di vê rêyê de bedel dane bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. 
 
Her wiha 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li hemû kedkarên çapemeniyê yên bi pênûs, kamera, ked û gotina xwe li cem heqîqetê cih girtine pîroz dikin.”