Xwestin der heqê kesên girtiyê astengdar derb kirin de lêpirsîn bê destpêkirin

Parve bike:

ANTALYA - TUHAY-DER, OHD û ÎHD’ê, xwestin kesên di dema sewqa nexweşxaneyê de tundiya fîzîkî û devkî li girtiyê astengdar Devrîm Ayik kirin ji peywirê bên dûrxistin û der heqê wan de lêpirsîn were destpêkirin. 

 
Girtiyê bi navê Devrîm Ayik ku ji sedî 76 astengdar e û li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, di 12’ê Adarê de sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Antalyayê. Di dema sewqê de Ayik hate derbkirin. Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAY-DER), Nûnertiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Antalyayê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Antalyayê, êrişa li dijî Ayik, li pêşiya Girtîgeha Kampusê ya Doşemealti ya Antalyayê bi daxuyaniyekê protesto kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyê nexweş Devrîm Ayik bi tenê nîne. Îşkence, sûcê li dijî mirovahiyê ye” hate hilgirtin. Nûnera OHD’ê ya Antalyayê Nesîbe Bahadirê daxuyanî xwend û da zanîn ku malbata Ayik têkildarî mijarê serî li komeleya wan daye. 
 
'RAPORA DERBKIRINÊ HATIYE GIRTIN’
 
Nesîbe Bahadirê, bal kişand ser girtekên parêzeran ên têkildarî îşkenceya fîzîkî û devkî û got: “Devrîm Ayik, di çarçoveya îçtîhadên DMME’yê de, ji bo tedawiya wî baş û bêkamasî bidome, xwest tedawiya wî bi bijîşkê heyî re bidome. Di vê çarçoveyê de xwest sewqî nexweşxaneyeke din were kirin. Lê cendirme li dijî vê prosedûrê derketine, di dema muayeneyê de destên wî kelemçe kirin, derb kirin û li cihê kamera lê tunebûn jî îşkence lê kirin. Rapora vê derbkirinê hatiye girtin.” 
 
'LI DIJÎ MIROVAHÎ Û RÊGEZÊN HIQÛQÊ YE’
 
Nesîbe Bahadirê, destnîşan kir ku tundiya li dijî girtiyekî ya ji ber daxwazkirina mafê xwe yê tenduristiyê, ne tenê binpêkirineke şexsî ye û wiha pê de çû: “Bi aşkerayî berpirsyartiya paratina jiyan û tenduristiya kesên di bin çavdêriya dewletê de hatiye binpêkirin. Xizmetên tenduristiyê, mafekî bingehîn ê girtîgehan e ku nabe were bisînorkirin. Derbkirina girtiyekî nexweşiya wî giran û astengdar a di dema sewqkirina nexweşxaneyê de, hem binpêkirina rûmeta mirovahiyê ye hem jî binpêkirineke giran a mafên mirovan e.” 
 
Bi domdarî Nesîbe Bahadirê anî ziman ku pêşîlêgirtina binpêkirinan berpirsyartiya dewletê ye û divê der heqê kesên van binpêkirinan dikin de lêpirsînê bide destpêkirin. Nesîbe Bahadirê, axaftina xwe wiha qedand: “Divê îdiayên îşkence û muameleya xerab ên li dijî girtî Devrîm Ayik tavilê bi awayekî serbixwe û bibandor bên lêkolînkirin. Bila peywirdarên cemaweriyê yên di vê îşkenceyê de cih girtin tavilê ji peywirê bên dûrxistin û der heqê wan de kirariyên edlî bên destpêkirin. Divê mafê xwegihandina xizmetên tenduristiyê, mafê muayeneya li gorî rûmeta mirovahiyê û avakirina şertên tedawiyê yên girtiyan bên bicihanîn. Divê li girtîgehan, li dijî îşkence û muameleya xerab mekanîzmayeke venêrînê ya serbixwe û bibandor bên cîbicîkirin.” 
 
'ŞERMA DEWLETÊ YE’ 
 
Dayika Devrîm Ayik, Hulya Ayikê jî got: “Êrişkirina girtiyekî ji sedî 76 astengdar, şerma wan leşker û dewletê ye. Ev, provokasyoneke li dijî pêvajoyê ye. Li rexekî behsa aştiyê dikin û li rexa din jî leşker êrişî girtiyê nexweş dikin. Em vê qebûl nakin.”