Ji Ahmet Ozer banga xwedîderketina li pêvajoyê
- Rojane
- |
- 17 Sibat 2026 16:09
- |
EDENE - Ahmet Ozer ku serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê kir, got ku di warê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ya dikeve ser milê wan xwedîderketina li pêvajoyê ye.
Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ê ku qeyûm tayinî şuna wî hat kirin, serdana Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê kir. Ozer, di serdanê de îşaret bi girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got ku ew ji dil û can piştgiriyê dide vê pêvajoyê. Ozer got: "Ji bo aştî bi ser bikeve û aştî û demokrasî bê welatê me, çi bikeve ser milê me em amade ne. Ez ji dil û can dixwazim pêvajo bibe sedema demokrasiyê û welatê me rojek berî rojekê bigihê aştiyeke mayinde."
'EM XWEDÎ LI PÊVAJOYA AŞTIYÊ DERKEVIN'
Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettin Aydemîr jî bilêv kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û got: "Li vî welatî şerekî dûr dirêj çêbû. Ji ber vî şerî êşên giran çêbûn. Lewma di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku birêz Abdullah Ocalan da destpêkirin, ya dikeve ser milê me em xwedî lê derkevin û wê ber bi serkeftinê ve bibin."