WAN - Li Erdîşê di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de panel hat lidarxistin. Di panelê de îşaret bi girîngiya zimanê dayikê hat kirin û hat gotin ku Kurdî tevî hemû zextan jî hebûna xwe diparêze.
Komeleya Çand û Zimanê Kurdî Arsîsayê di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de li navçelya Erdîşê ya Wanê panelek li dar xist. Nivîskar Mutullah Dag, Salih Serhedî, Kadîr Kiliç, Dîba Keskîn, Civaknas Mecît Sargût û Semîra Çakir wekî axêver tevlî panelê bûn. Panel, bi moderatoriya Îzzet Akbaş pêk hat. Dayikên Aştiyê, rêveber û hevserokên DEM Partiyê yên Erdîşê, Hevşaredarên Şaredariya Erdîşê, Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tev li panelê bûn. Di eywanê de pankartên "Kurdî nasnameya me ya neteweyî ye", "Asîmilasyon sûcekî li dijî mirovahiyê ye", "Her dem Kurdî li her derê Kurdî", "Ziman hebûn û xwebûn e" û "Kurdî xwebûn û nasnameya me ya neteweyî ye" hatin daliqandin.
‘KURDÎ XWEDÎ DÎROKEKE QEDÎM Û KEVNAR E’
Di panelê de destpêkê nivîskar Mutullah Dag axivî. Dag destpêkê bal kişand ser diroka zimanê Kurdî û dewlemendiya zimanê Kurdî û got: “Kurdî zimanekî xwedî dîrokeke qedîm û kevnar û dewlemend e. Di dîrokê de berhemên zimanê Kurdî gelek caran rastî talanê hatine. Di serdema Moxolan de, di serdema Îskenderê Mezin de, di serdema destpêka belavbûna Îslamiyetê li Kurdistanê de pirtûkxaneyên li Kurdistanê hatine şewitandin, berhemên wêjeya Kurdî hatine talankirin.”
Mutullah Dag behsa girîngiya zimanê dayikê kir û wiha pê de çû: “Ziman dergûşa dîrokê ye, ziman nasnameya hevpar a gelan e. Ji bo ku pêşiya bişaftina ziman bêgirtin divê zimanê Kurdî bibe zimanê aboriyê, zimanê bazarê. Di sed salên dawiyê de 3 hezar ziman ji ber politikayên bişaftinê tune bûne. heke em li zimanê xwe xwedî dernekevin, zimanê me jî tehlûkeya tunebûnê re rû bi rû ye.”
Civaknas Mecît Sargût bi Kurtasî behsa dîroka wêje û romana Kurdî kir û li ser etîmolojiya peyva wêjeyê sekinî û got : “Peyva wêjeyê ji salên 1970'î şûn ve di lîteratorê de cih girtiye. Wêjeya nûjen xemilandina dîrok û çanda kevnar û qedîm e. Wejeya me bi piranî li ser trajediyan hatiye honandin.
‘WÊJE ZIMANÊ HEQÎQETÊ YÊ HERÎ XURT E’
Mecît Sargût behsa nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên der barê wêjeyê de kir û got: “Birêz Ocalan wêjeyê ne tenê wekî amûreke hunerî, wekî ‘zimanê herî xurt ê heqîqetê û nasnameya civakî’ pênase dike. Li gorî Ocalan wêje û azadî ji hev nayê qutkirin, wêje heqîqetê bi hest, can û ruh ve girê dide.”
Piştî axaftina Mecît Sargût, dayika bi navê Kezban Çelebî helbesteke Melayê Cizîrî ji bo beşdaran xwend.
‘KURDÎ BI SALAN HATIYE QEDEXEKIRIN’
Piştre nivîskar Kadîr Kiliç li ser rewşa zimanê Kurdî axivî. Kadîr Kiliç, bal kişand li ser polîtîkayên înkar û bişaftinê yen dewletê û ev tişt gotin. “Ev ji sed salî zêdetir e zextên giran li ser zimanê Kurdî hene. Bi îlankirina komarê re saziyên zimanê Kurdî hatin girtin, Kurdî hat qedexekirin. Gelek Kurd hatin sirgunkirin. Kurdî li qada gelemperî bi temamî hate qedexekirin.”
Kadîr Kiliç bilêv kir ku di sala 1925'an de bi Qanûna Şark Islahatê navê bajar, gund û çiyayên Kurdan hatine guherandin, lê van qedexeyan nikaribûye pêşî li zimanê Kurdî bigire.
‘ZIMAN NE TENÊ AMÛREKE RAGIHANDINÊ YE’
Kadîr Kiliç bal kişand ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Birêz Ocalan dibêje; ‘ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, ziman çand û nasname ye, hişmendî ye ji bo me.’" Kiliç di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî ya îroyîn û wiha dawî li axaftina xwe nî: “Divê hemû zarokên me bi zimanê xwe mezin bibin, di vê mijarê de berbirsyariya bingehîn ya malbatan e.”
‘JINÊN KURD DI WÊJEYÊ DE JÎ ROLEKE GIRÎNG DILÎZIN’
Aktivîst Semîra Çakir jî li ser rola jinan di wêjeyê de sekinî û qala berxwedana di warê wêjeyê de ya nivîskar Sîma Semendê kir. Semîra Çakirê da zanîn ku divê jin di warê fikir û ramanê de xwe pêş bixin û got: “Îro taybetî li Rojavayê jinên Kurd li Rojavayê fikir û felsefeya xwe, bi berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê dixin, di avakirina jiyaneke nû de, di wêje û hunerê de roleke girîng pêk tînin.”
‘ROMANÊN KURDÎ YÊN DESTPÊKÊ LI SURGUNÊ HATINE NIVÎSÎN’
Dû re nivîskar Salih Serhedî li ser dîroka romana Kurdî axivî. Salih Serhedî got ji ber parçebûna Kurdan bi kar anîna alfabeyên cuda di nav Kurdan de di warê wêjeyê de jî bi xwe re parçebûnek aniye. Romana yekem ya Kurdî li Sovyetê ji aliyê Erebê Şemo ve hatiye nivîsandin. Erebê Şemo li Sovyetê bi zext û zordariyan re rû bi rû dimîne. Lê dîsa jî di xebatên wêjeyê israr dike û berhemên girîng diafirîne. Romanên Kurdî yên destpêkê li Surgunê hatine nivîsandin.”
LI BAKÛR YEKEMÎN ROMANA KURDÎ BIRÎNA REŞ’
Salih Serhedî di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser rewşa wêjeya Kurdî ya li Bakûr û Tirkiyeyê û ev tişt anîn ziman: “Mixabin li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê heta salên 60'î jî wêjeya Kurdî qedexe bû. Lê di wan salan de çend rewşenbîr û nivîskarên Kurd yên wêrek gelek bedel dan ber çavan û pirtûkên Kurdî nivîsandin. Em dikarin bibêjin ku li Bakûr yekemîn roman Kurdî Birîna Reş ya Apê Mûsa ye.”
‘BI AVABÛN KOMARÊ RE 36 ZIMAN HATIN QEDEXEKIRIN’
Herî dawî nivîskar û siyasetmedar Dîba Keskîn mafê axaftinê girt. Dîba Keskînê li ser giringiya ziman axivî û got: “Heke em li zimanê xwe xwedî dernekevin em ê di nav dîrokê de bihelin. Di dema Osmaniyan de li Tirkiyeyê 36 milet û ziman hebûn. Lê Mixabin bi avakirina Komara Tirkiyeyê re ji bilî Tirkî ev ziman hemû hatin qedexekirin. Wekî tu di baxçeyekî gulan de hemû gulan tune bikî tenê yekî bihêlî. Li ruxmê van qedexe û zextên li ser ziman û wêjeya Kurdî jî îro ziman û wêjeya Kurdî hebûna xwe diparêze. Celadet Alî Bedirxan bi Kovara Hawarê gelek nivîskaran li dora xwe kom dike. Di nav şert û mercên zehmet de hewl dide Kovara Hawarê derdixe. Hevjîna Bedirxan Rewşen Xanim ji bo ku mesrêfên kovarê gustilka xwe dide û dibêje; ‘ez bê guhar û gustîl dibim lê gelê me bêyî wêje nabe.’ Dîba Keskînê herî dawî bal kişand ser rola medreseyan jî û got: “Medreseyên Kurdan di demek dirêj ji bo çandi ziman û wêjeya Kurdî xebatên girîng pÊk anîn. Heke îro Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Ebûl Cizirî ku di dinyayê de yekemîn car robot çêkiriye heta roja me hatibin ev di saya medreseyên Kurdan e.”